Erşad Salihî Herêma Kurdistanê weke Bakurê Iraqê bi nav dike

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Erşed Salihî li Enqerê beşdarî  panêlekê bû û Herêma Kurdistanê weke Bakurê Iraqê bi nav kir.

 

Li Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM) panêlek bi navê “Pirsa Kerkukê û Rewşa Dawî ya Tirkmenan“ hate encamdan. Di panelê de Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Erşed Salihî û berpirsên wê partiyê û nunerên çend saziyên tirkmenên Iraq û suriyê amade bûn.


Erşed Salihî careke din nerazîbûna xwe li hember biryara Dadgeha Fedralî ya di derbarê madeyê 140 de nîşan da û di hemû axavtina xwe de Herêma Kurdistanê weke bakurê Iraqê bi nav kir.


Erşed Salihî ji Rûdawê re got: “Peywendiyên me baş in. Em bi hevalên xwe yên li wir re hevditînan dikin. Di asta hikumetê de jî hevdîtinên me hene. Hebûna wezîrekî me di nava hikumetê de bo me cihê şanaziyê ye û ev yek me nêzîkî hev dike. Hebûna hikumetekê mijareke destûrî ye kes nikare înkara vê hikumetê bike. Niha me wezîrek tenê heye lê em hêvî dikin ku hejmara wezîrên me zêdetir bibe.”


Parlementerê Bereyê Tirkmenî li Parlementoya Kurdistanê jî behsa wê cendê dike ku kêşeyên li Kerkukê  bi beşdariya hemû aliyan, bi xebatên  hevahengî û  hevbeşî  dikarin werin çareserkirin.


Parlementerê Bereya Tirkmenî Himdad Bîlal Sebah got: “Kerkuk Iraqa biçûk e. Hemû pêkhate û mezhep lê hene. Her aliyekî ku projeyek hebe, lazim e hesabê hemû aliyan bike.  Divê hemû taybetiyên Kerkukê li ber çavan werin girtin.”


Li aliyê din ORSAMê navendek taybet bo Tirkmenan damezrandiye ku ev navende lêkolînan li ser Kerkukê û Tirkmenan dike.  


Ji ORSAMê Bîlgay Duman jî got: “Waliyê niha Rêkan Seîd xeletiyan dike, karên yeklayane dike, ev jî rewşa Kerkukê aloz dike. Li Kerkukê divê li ser bingehê lihevkirinê bi beşdariya hemû aliyan gav werin avêtin.”


Di panelê de heman demê alikarê berê yê Serokê MHPê û serokê encumena Tirkmenên Suriyê jî amade bûn.