Nêzîkbûna Enqere û Şamê çekdarên mixalefetê dixe metirsiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî çavdêr û siyasetmedaran eger hikûmeta Sûriyeyê û Tirkiyeyê nêzîkî hev bibin, ew yek dê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê bixe metirsiyê.

Piştî daxuyaniyên her du serokên Sûriye û Tirkiyeyê yên derbarê egera asayîkirina pêwendiyên her du aliyan û behskirina egera vekirina rêya M4ê ya di navbera Heleb û Laziqiyê de, hêzên hikûmeta Sûriyeyê êrişeke berfireh bir ser piraniya herêmên li jêr destê Desteya Tehrîr El-Şamê.

Ev cihên ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê êriş kiriye bakur û rojavayê Sûriyê bi hev ve girê dide.

Artêşa Sûriyeyê herêmên derdora bajarê Idlibê, Sehl- El-Xab, Sirmaniyê, Diwêr El-Ekrad, Tîbat, Afis û Mearet El-Neisan topbaran dike.

Herwiha balafirên çavdêriyê yên Sûriye û Rûsyayê jî beşdariyê di van operasyonan de dikin.

Çavkaniyên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê jî got ku di demeke nêzîk de, hêzên artêşa Sûriyeyê dê êrişeke berfireh bibe ser parêzgeha Idlibê û hewla kontrolkirina wê navçeyê bide.

Li aliyê din derbarê pêşhateyên nû yên , li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê  hin çavdêr û siyasetmedar di wê baweriyê de ne ku eger Şam û Enqere nêzîkî hev bibin dê piştevanî ji grûpên çekdar ên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” nemîne.

Artêşa Niştimanî ya Sûrî” girêdayî Tirkiyeyê ye û bi taybetî li bakurê Sûriyeyê û li herêmên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê çalak e.

Herwiha Desteya Tehrîr El-Şam jî li Idlibê, hest bi wê yekê dike ku êdî bi vê jihevnêzîkbûnê pişt ji wan re namîne.