NÎVENÎV ÇÛ – Aboriya DAIŞê derbe xwar!

08-07-2016
RÛDAW
Nîşan Hevpeyman Operasyona Tidal Wave II DAIŞ Petrol
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Di encama operasyonên hevpeymanan bo ser bîrên petrolê yên di bin kontrola DAIŞê de, dahata wê rêxistinê ji petrolê %50 yanî rojane nîv mîlyon dolar kêm bûye.

 

Berdevkê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê Christopher Garver ragihand, operasyonên hevpeymanan ên li dijî bîr û saziyên petrolê yên DAIŞê ku bi operasyonên Tidal Wave II tên naskirin, bûne sedema kêmbûna dahata wê rêxistinê.

 

Garver herwiha got: “Operasyonên Tidal Wave II ku taybet in bi jinavbirina bîrên petrolê û hêlên veguhastina petrolê ku di bin destê DAIŞê de ne, karîne di heyamên borî de dahata mehane ya rêxistinê ji petrolê ji 30 milyon dolarî bo 15 milyon dolarî kêm bikin, yanî bi rêjeya %50 kêm bikin.”

 

Hêzên hevpeyman ji Cotmeh a sala 2015an ve operasyonên Tidal Wave II li dijî DAIŞê dest pê kirine.

 

Bi gotina Chrisotopher Garver di heyama 8 mehên borî de firokeyên şer ên hevpeymanan zêdetirî 193 êrişên esmanî li dijî bîrên petrolê yên DAIŞê pêk anîne.

 

Garver tekez kir, ku êrişên esmanî yên hevpeymanan bûne sedema wêrankirina sîstema derxistin, berhemanîn û veguhastina petrolê li 6 bîrên sereke yên petrolê ku di jêr destê DAIŞê de ne.

 

Di demên destpêka Tidal Wave II de, encamdana wan operasyonan bû cihê gengeşeyan û Hikûmeta Amerîka jî hewl da rê li pêkanîna wê bigire.

 

Berpirsên Amerîka di destpêkê de li ser wê baweriyê bûn, ku êrişên esmanî dibine sedema wêrankirina bîrên petrolê û piştî qonaxa têkbirina DAIŞê, ew bîr di demek nêzîk de bi kêrî sûdwergirtinê nayên.

 

Piştî lêkolînê û gotûbêjên zêde, di dawiyê de biryar li ser wê yekê hat dayîn, ku operasyon bi awayekê werin pêkanîn ku zirarên negihîne bîr û saziyên petrolê, belku tenê sîstema derxistinê û hêlên veguhastinê bibin armanca êrişan.

 

Pêştir Hikûmeta Amerîkayê ragihandibû, dahata DAIŞê ji petrolê rojane 1 milyon dolar e û dahata petrolê jî giringtirîn dahata wê rêxistinê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst