Tûnis ofîseke rêveberiyê li Sûriyê vedike


Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Tûnisê ku di sala 2012an de balyozê Sûriyê ji welatê xwe derkiribû, wê niha ofîsekê rêveberiyê li paytexta Sûriyê Şamê veke.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Tûnisê li ser zarê berdevkê wezareta derve Muxtar el-Şiwasî belav kiriye ku bi hemahengiya ligel hikûmeta Sûriyê, Tûnis wê ofîsekê ji bo rêvebirina karûbarên hemwelatiyên xwe li Sûriyê veke.

Berdevkê wezareta derve ya Tûnisê herwiha got ku ofîsa wan a li Şamê wê xizmetên îdarî û civakî pêşkêşî hemwelatiyên tûnisî yên ku li Sûriyê dijîn, bike.

Bi gotina Muxtar el-Şiwasî, “vekirina vê ofîsê nayê wateya ku têkiliyên dîplomasî di navbera Tûnis û Sûriyê de wê car din vegerin wek berê, ji ber ku karê vê ofîsê bi tenê îdarî ye”.

Li gor heman ajansê, gelek partî û rêxistinên tûnisî rexne li biryara derkirina balyozê Sûriyê digirjn û dibêjin ku “di derxistina vê biryarê de, têkiliyên kevinar ên navbera her du welatan û berjewendiya revenda tûnisî li Sûriyê nehatiye berçavgirtin”.

Serokê Tûnisê Munsif Merzûqî di sala 2012an de wek nerazîbûnekê li hember “tawanên ku rejîma Esed derheqê gelê Sûriyê pêk tîne” balyozê Sûriyê ji welatê xwe derkir.