Mihemed bin Selman serokwezîrê nû yê Iraqê vexwend bo Siûdiyê

08-05-2020
RÛDAW
Nîşan Mistefa Kazimî Mihemed bin Selman Iraq Erebistana Siûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şazadeyê Cênişin (Welîehd) yê Siûdiyê peywendiyeke telefonî li gel serokwezîrê nû yê Iraqê encam da.

Di wê pêwendiya telefonî de, Mihemed bin Selman bi boneya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pîrozbahî li Mistefa Kazimî kir.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di daxuyaniyekê de ragihand, Mihemed bin Selman ji bilî pîrozbahîkirinê, tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Iraq û Sûdiyê de kir.

Kazimî jî tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên navbera Bexda û Riyazê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Kazimî, Cênişînê Sûdiyê behsa rola Iraqê li navçeyê ji bo nêzikirina nerînan  kiriye û bi roleke sereke û bingehîn daye zanîn .

Mihemed bin Selam, Serokwezîrê nû ya Iraqê bo serdanekê vexwende Siûdiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst