Sûriye: Di êrişa Îsraîlê de 4 serbaz birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya fermî ya Sûriyê ragihandiye ku sîstema berevaniya asmanî ya wî welatî bersiva êrîşeke Îsraîlê ya li ser navçeyên başûrê Şam a paytexta wî welatî daye û çend rokêt anîne xwarê.

Li gor medyaya fermî ya hikûmetê, êrîş ji aliyê Lubnanê û bilindahiyên Golanê ve hatiye encamdan, di encamê de 4 leşkerên Sûriyê birîndar bûne û ziyanên madî jî hebûne.

Li gor hinek çavkaniyên din, du pêgehên leşkerî li başûrê Şamê li Kiswê û navenda lêkolînan li Cemraya herweha navçeya Seyde Zeyneb hatine armanckirin, û bûye sedema çend teqînan.

Li gor çavkaniyên xwecihî, embarên çekan li wan navçeyan hene.

Ji destpêka şerê navxweyî li Sûriyê di sala 2011an de, Îsraîlê bi sedan êrişên esmanî li nav axa Sûriyê pêk anîne û gelek binke û navendên leşkerî yên artêşa Sûriyê, hêzên Îranê û Hizbullaha Lubnanê kirine armanc.

Îsraîlê kêm caran encamdana êrişan di nav axa Sûriyê de li xwe girtiye, lê gelek caran hebûna leşkerî ya Îranê di nav axa Sûriyê de gef û metirsiyeke mezin e bo ser ewlehiya xwe bi nav kiriye û tekez kiriye, ku ew rê bi wê yekê nadin û her tiştek ji destê wan bê dê li dijî hêzên Îranê û hêzên ser bi wê ve bikin.