Artêşa Tirkiyê: Cindirês bi tevahî hat kontrolkirin

08-03-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş YPG Cindirês
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de kontrola tevahiya bajarokê Cindirêsê ragihand. YPG û HSD ku şervanên wan li hember êrişên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, Efrînê diparêzin, derbarê ragihandina kontrolkirina Cindirêdê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hêj ti daxuyanî nedane.

 

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Tirkiyê (TSK) êvariya îro Pênşemiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku hêzên wan êvariya îro navenda bajarokê Cindirêsê li Efrînê kontrol kirin.


Hêzên Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê îro ji piştî nîvro ve derbasî navenda Cindirêsê bibûn û şerê navbera wan û şervanên YPG/HSDê derbasî navenda vî bajarokî bibû. 


Di daxuyaniyê de tê gotin, "piştî ku di saet 15:48an de hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê gihîştin navenda bajarokê Cindirêsê, ji aliyê tîmên komandoyan ve şerê kolan bi kolan dest pê kir û di saet 18:00an de bi temamî hat kontrolkirin."

 

Artêşa Tirkiyê herwiha daye xuyakirin, rêyên sereke, tonêl û stargehên hêzên YPGê li Cindirêsê jî ku pêştir ji aliyê firokeyên bêfirokevan ên wî welatî ve hatibûn diyarkirin, ketine destê wan.

 

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan, Ramî Ebdulrehman jî pêştir ragihandibû: "Hêzên Tirkiyê û yekîneyên Sûrî yên girêdayî wê, piştî bombebarana esmanî û topbaraneke berfireh, navenda bajarokê Cindirêsê bi temamî xistine bin kontrola xwe, ku dikeve başûrê rojavayê Efrînê."

 

Ji nîvroya îro ve hatibû ragihandin, ku hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê derbasî navenda bajarokê Cindirêsê bûne, lê belê hem çavkaniyên Artêşa Tirkiyê û hem jî çavkaniyên ser bi YPGê ve ragihandibûn, ku şer û pevçûn hêj li navenda vî bajarokî berdewam e û her du alî şerê kolan bi kolan dikin.

 

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hêj derbarê kontrolkirina tevahiya navenda bajarokê Cindirêsê de ti daxuyanî nedane.

 

Her îro Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî têkildarî operasyona artêşa wî welatî û çekdarên girêdayî wê li Efrînê ragihand, ku "operasyona Çiqla Zeytûnê li Efrînê dê heta meha Gulana îsal berdewam be."

 

Li gor Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê, bi kontrolkirina Cindirêsê, hejmara bajarokên Efrînê ku ji aliyê hêzên wan ve hatine kontrolkirin, dibe 5 bajarok. Artêşa Tirkiyê û  Artêşa Azad a Sûriyê pêştir ragihandibûn, ku bajarokên Raco, Bilbil, Şiyê û Şera ji aliyê wan ve hatine kontrolkirin.

 

Artêşa Titrkiyê ragihandiye, ku piştî Cindrêsê dora kontrolkirina bajarokê Mabeta ye û hêzên wan dê êrişî vê bajarokê herêma Efrînê bikin.

 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê ji roja 20ê Çileya îsal ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrînê dane destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst