Antony Blinken dîsa li Rojhilata Navîn e: Amerîka dixwaze çi bike?

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerikayê Antony Blinken piştî şerê li Xezeyê ev cara pêncemîn e ku Rojhilata Navîn ziyaret dike.

Amerika dixwaze hewleke din bide ku şerê Xezeyê rawestîne û sivîl bên berdan.

Wezîrê Karên Derve yê Amerikayê Antony Blinken dîsa li Rojhilata Navîn e û rawestegeha yekemîn a wî Erebistana Siûdiyê bû.

Blinken li gel Şehzadeyê Welîehd ê Erebistana Siûdiyê Mihemed bin Selman û berpirsên paye bilind şerê li Xezeyê gotûbêj kir.

Rewşa Xeze û Refehyanê hat gotûbêjkirin

Piştî Siûdiyê Blinken li Qahîreyê bi Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî re behsa krîza Xezyê û bi taybetî bajarê Refehyan kir ku hevsînorê Misirê ye û bi sedan hezar penaber li wê derê bicih bûne.

Yekemîn konferansa rojnamevaniya Blinken li Qeterê bû û bi Serokwezîrê Qeterê re nûçeyeke girîng ragihand.

Serokwezîrê Qeterê Mihemmed bin Ebdulirahman got:

“Bersiva Hemasê ya derbarê çarçoveya giştî rêkeftina agirbestê û sivîlan de gihiştiye destê me, di bersivê de hinik têbînî hene lê bi giştî erênî ye.”

Destpêka meha sibata îsal Amerikayê, Misir û Qeterê pêşniyara agirbestê pêşkêşî Hemasê kiribû.

“Rêya herî baş agirbest e”

Antony Blinken da zanîn ku Hemasê bersiva agirbestê daye û got:

“Em li ser bersivê gotûbêj dikin û ez bi Hikûmeta Îsraîlê ew jî agirbesê gotûbêj dikim. Bêguman ev ji bo me hemûyan baş e û li gorî min rêya herî baş ev e.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerikayê bi bersiva Hemasê xwe gihand Îsraîlê xwest nêrîna wan bizane.

Blinken bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civineke girtî kir.

Piştre ji aliyê Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog ve hat pêşwazîkirin û li ser bersiva Hemasê axivîn û behsa şandina alîkariyê ya ji bo sivîlan kir.

Blinken eşkere kir ku pir kar heye bê kirin û got ku ew hêvî dike sivlîn bêne berdan.

Rawesteha dawî ya geşta Blinken bajarê Ramellayê yê li rojavayê Filistinê bû.

Blinken li wê derê ji aliyê Serokê Desthilata Filistînê Mehmud Ebas ve hat pêşwazîkirin û wan gotûbêj li ser egera rawestandina şer kir.

Mercên Hemasê

Di bersiva Hemasê ya agirbestê de 3 merc hene, ew jî 135 roj şer bê rawestandin, hemû leşkerên Îsraîlê yên li Xezeyê bên vekşandin û hejmarek zêde sivîlên Filîstînî bên berdan.

Hewlên Amerikayê bêyî fêde bûn, Îsraîlê biryar da ku pêşniyarên Hemasê qebûl neke û operasyonên leşkerî yên xwe berdewam bike.

Derbarê vê yekê de Serokwezîrê Îsraîlê got:

“Em li ser rêya serkeftinê ne, serkeftin di destê me de ye. Çend mehên din em serkeftinê bi dest dixin.

Berdewamiya guşara leşkerî ji bo vegerandina sivîlan girîng e. Qebulkirina daxwazên Hemasê tê wateya pêşwaziya komkujiyeke din, pêşwazîkirina karesatekî din li Îsraîlê. Welatiyên me ne amade ne qebûl bikin.”