Hêzên Hevpeyman bi êrîşeke esmanî berevanî li HSDê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeymaniya Navdewletî ji bo berevanîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li navçeyeke Dêra Zorê êrîşeke esmanî birin ser hêzên nêzîkê hikûmeta Sûriyê.


Li gor daxwiyaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, balefirên şer ên hevpeymaniya navbirî roja Çarşemê (07.02.2018) hêzeke ser bi Serokê Sûriyê Beşar Esed, bombardiman kirin.


Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: “Hêzên rejîma Sûriyê di amadebaşiyê de bûn ku êrîşî Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) bikin, ku hêzeke bi bandor a dijî DAIŞê ye.”


Li gor daxwiyaniyê, êrîşa esmanî ya ser hêzên nêzîkê Beşar Esed heşt kilometre dûrî rojhilatê çemê Firat bûye ku bi rêkeftinê wek navçeyeke aram hatiye ragihandin.


Daxwiyaniya Hevpeymaniyê wiha berdewam dike: “Ji bo  berevanîkirina Hêzên Hevpeyman û hêzên ligel, balefirên Hevpeymaniyê êrîşeke esmanî birin ser wan hêzên ku êrîşeke yekalî kiribûn. Ev yek jî bersiva şerxwaziya wan bû dijî hevbeşên me yên di nav Hevpeymaniya Navdewletî de.”


Hevpeymaniyê ti zanyariyên zêde belav nekirine û tenê ragihandiye ku hêzeke ser bi rejîma Sûriyê ye. Hevpeymaniya Navdewletî herwiha tekez dike ku pêbendê jinavbirina DAIŞê ye û bo vê mebestê jî berevaniyê li xwe û hevalbendên xwe yên li Sûriyê (HSD) dik.


Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Brett H. McGurk jî dibêje, hêzên Amerîkayê bersiva “êrîşeke yekalî” dane ku hêzên ser bi rejîma Sûriyê biribûn ser HSDê li rojavayê Sûriyê.


Brett H. McGurk got: “Em berevaniyê li xwe û hevpeymanên xwe dikin. Heta bi yekcarî DAIŞê jinav bibin.


Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Kurd û Ereban pêk tên û YPG hêza wê ya serekî ye. Li bakur û rojhilatê Sûriyê Amarîka piştgiriya wê dike. Hevpeymaniya Navdewletî ji xeynî Kobanî, li Reqqa, Minbic û çend deverên din jî bi êrîşên esmanî hevkariya HSDê kirin daku wan navçeyan ji destê DAIŞê derxînin.


Di Nîsana 2017ê de, wek bersiva êrîşeke kîmyayî li Xan Şeyxûn, 59 mûşek avêtin Binkeyê Leşkerî yê Şuxeyrat ê Artêşa Sûriyê. Di hundirê şeş salên borî de ku qeyrana Sûriyê derketiye, cara yekem bû Amerîka êrîşeke wiha bibe ser Sûriyê.