Tirkiye û Erebistan nêzîkî hev dibin

09-02-2017
RÛDAW
Alên Tiriye û Erebistana Siûdiyê
Alên Tiriye û Erebistana Siûdiyê
Nîşan Tirkiye Erebistana Siûdiye Mevlut Çavuşoglu Adil Cubeyr
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Yekemîn civîna encumena hevkariya di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdiyê de li Enqere hate kirin.

 

 

Piştî civînê wezîrê derve yê tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragehand ku wan ligel Siûdiyê li ser wê yekê lihev kirine ku di çareseriya kirîza Suriyê de alîkar be.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê careke din bi tundî êrîş bire ser PYDê û YPGê û got, tevî ku ji aliyê îdolojî ve ji hev cuda ne, lê ti ferq û cudahê di navbera wan û DAIŞê de tine ye.

 

Mevlut Çavuşoglu herwiha got, berê wan û Eebistana Siûdiyê ji rêveberiya berê ya Amerîka xwestibûn, alîkariya YPGê nekin, lê îdareya Obama bi gotina wan nekir û di şerê li dijî DAIŞê de alîkarî da YPGê.

 

Wezîrê Derve yê Siûdiyê jî di axavtina xwe de bal kişande ser destwerdanên Îranê li herêmê û ew yek bi xeter bi nav kir.

 

Adil Cubeyr herwiha ragihand, Riyaz Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) weke rêxistineke terorîstî dibîne û tekez kir, ku wlatê wî di şerê li dijî PKKê de piştgiriya Enqerê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst