Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Nagelê ya ji aliyê hikûmeta Îsraîlê ve hatiye avakirin, Enqere wekî "gefeke herêmî ya nû" bi nav kir û got, “Divê Îsraîl ji bo şerê bi Tirkiyeyê re amade be.”
Li gorî nûçeya rojnameya Jerusalem Postê, di raporta dawî ya Komîteya Nagelê ya li ser budceya parastinê û stratejiya ewlehiyê de, hat diyarkirin ku hikûmeta Îsraîlê divê ji bo şereke rasterast a bi Tirkiyeyê re amade be.
Rapor Komîteya Nagelê amade kiriye, 6ê Kanûna Paşîn ji Serokwezîrê Benjamîn Netanyahu, Wezîrê Parastinê Yisrael Katz û Wezîrê Darayî Bezalel Smotrich re hat pêşkêşkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku Tirkiye dixwaze bandora xwe ya serdema Osmanî li herêmê ji nû ve ava bike û hişyarî hat dayîn ku ev armanc dikare aloziyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de zêdetir bike û dibe ku bibe sedema pevçûnê.
"Gefa ji Sûriyeyê xetertir e ji gefa Îranê"
Li gorî raporê, tê pêşbînîkirin ku komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê dê wek hêzên cîgir tevbigerin da ku bêîstiqrariyê li herêmê zêde bikin.
Di rapora ku hatiye amadekirin de hat gotin:
"Gefa niha li Sûriyeyê, dikare ji gefa Îranê ya ku heta 8ê Kanûna Pêşîn piştgirî dida rejîma kevin a Esed, xetertir be.
Tirkiye li Şamê bûye hêza herî bibandor û cihê mehwera Şîe ya Îranê, mehwera Sunî-Tirk girtiye.
Ev guherîn heta niha bi eşkereyî wekî dijmin neyê dîtin jî dibe ku ji bo komên terorîst bibe stargeheke ewle.
Berjewendiyên Tirkiyeyê yên ji bo veguherandina Sûriyeyê bo dewleteke di bin bandora xwe de û bi vî awayî zêdekirina bandora xwe ya herêmî zelal in.
Hewlên Tirkiyeyê yên ji bo berjewendiyên xwe, Sûriyeyê bixwe bi bandora xwe û bi vî awayî bandora xwe li herêmê zêde bikin eşkere ne.
Divê ji ber tevgerên li qadê û gefên ku dikarin di demeke kin de zêde bibin, amadehî bên kirin.”
Pêşniyara bihêzkirina hêza çekdarî
Her wiha di raporê de hat pêşniyarkirin ku ji bo serederîkirina bi "zehmetiyên ku Tirkiye derdixe" û gef û metirsiyên herêmî yên din re, divê di nav 5 salên pêş de, budceya parastinê salane 15 milyar şekel (derdora 4,14 milyar dolar) were zêdekirin.
Di rapora ku tê de hewcedariya xurtkirina şiyanên leşkerî ji bo amadekirina pevçûneke muhtemel a bi Tirkiyeyê re tê pêşniyarkirin, tê xwestin ku Îsraîl divê balafirên şer ên F-15, balafirên sotemeniyê, dron û peykên din bikire da ku şiyana xwe ya lêdanên dûr xurt bike.
Her wiha pêşniyar hat kirin ku ji bo xurtkirina ewlehiya sînorên Îsraîlê sîstemên parastina hewayî bên xurtkirin û astengeke ewlehiyê ya xurt li dirêjahiya Newala Urdinê were avakirin.
Di rapora de hat diyarkirin ku pêwîst e kapasîteyên sîstemên parastina hewayî yên wekî Qubeya Hesinî ya menzîla kurt-navîn, Kevirê Davud a ku bi hevkariya Amerîkayê tê hilberandin û sîstemên Arrow û sîstema parastina mûşekan a bi bingeh lazer Iron Beam (Tîrêja Hesinî) bên bipêşxistin.
Metirsiyên derbarê Kurdan
Ji raporê ya 130 rûpelî, 20 rûpelî bi raya giştî re nehat parvekirin.
Rojnameya Israel Hayomê cih da beşa raporê ya ku behsa Kurdan dike.
Li gorî rojnameyê, ketina artêşa Tirkiyeyê a Sûriyeyê dibe ku bibe sedema çekdarkirina lez a welat û çalakiyên leşkerî li dijî Kurdan û ew dikare bigihêje ber deriyê Îsraîlê jî.
Komîsyonê ev gefê wekî potansiyela guherîneke bingehîn a têkiliyên bi Tirkiyeyê repênase kir.
Rojnameyê diyar kir, "Pêwendiyeke dirêj a Kurdan û Îsraîlê heye lê rayedarên Îsraîlê tekezî li ser wê yekê dikin ku ew nakevin nava şereke rasterast bi Tirkiyeyê re.
Mijara parastina leşkerî ya ji bo xweseriya Kurdan a li Sûriyeyê wekî berpirsyariya Amerîkayê tê dîtin."
Netanyahu derbarê raporê got:
"Em li Rojhilata Navîn şahidê guherînên kûr in. Îran demeke dirêj e ku mezintirîn gefa li ser me bû lê hêzên nû dikevin qada siyasî û divê em ji bo rewşên nepêşbînîkirî amade bin.
Ev rapor ji me re nexşerêyekê pêşkêş dike da ku em paşeroja Îsraîlê misoger bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse