Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêj û lîstikvanê Kurd Idan Amêdî ku wekî xwebexş beşdarî artêşa Îsraîlê bûbû birîndar bû.
Çekdarên Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê bi navê "Tofana Eqsayê" êrişî Îsraîlê kir û êrişên xwe berfireh kirin.
Piştî van êrişên Hemasê, gelek kes bi dildarî beşdarî artêşa Îsraîlê bûn.
Yek ji wan, stranbêj û lîsikvanê navdar Idan Amêdî bû.
Idan Amêdî, bi dîmenekê biryara xwe ya beşdarbûna artêşa Îsraîlê ragihandibû û gotibû, “Em dê bi ser bikevin û heya ev pêk neyê em nasekinin.”
Medyaya Îsraîlê ragihand ku Idan Amêdî li Xezeyê birîndar bûye û rewşa wî dijwar e.
Idan Amêdî niha li Navnede Medico Ichilovê tê dermankirin.
Idan Amêdî li Orşelîma Îsraîlê mezin bûye.
Idan li Îsraîlê wekî stranbêj û lîstikvan tê naskirin.
Lîstikvanê Kurd, bi taybetî piştî rêzefilma “Fauda”yê ya ku li ser Netflixê dihat nîşandan li seranserê cîhanê hat naskirin.
— Fauda Official (@FaudaOfficial) October 12, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse