Polîsên Îsraîlê li Qudsê zarokeke 3 salî kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên Îsraîlê, li Qudsê zarokeke 3 salî ya Filistînî kuşt.

Polîsê Îsraîlê ragihand ku dema wan bersiv daye êrişeke li xala kontrolê, zarokeke 3 salî “bi şaşîtî” hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya polîsan, li bajarojê Bîdduyê yê Qudsê otomobîlekê li xala kontrolê ya polîsan xistiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku polîsan bersiv daye êrişê û du kesên du vê otomobîlê de hatine kuştin, polîsek jî birîndar bûye.

Dema polîsan gule li wê otomobîlê reşandine zarokeke 3 salî ya Filistînî ku di otomobîleke din de bû jî hatiye kuştin.

Daxuyanîya polîsan a bi şiklê “Zaroka di otomobîleke din de bi şaşîtî hat kuştin” jî kuştina wê zarokê piştrast kir.