Kalin: Divê Amerîka ji hebûna serbazî ya me li Sûriyê kêfxweş be

Hewlêr (Rûdaw) - Di van demên dawî de Tirkiyê hewlên xwe yên dîplomatîk ji bo asayîkirina peywendiyên xwe bi hikûmeta Sûriyê re bi navbênkariya Rûsyayê berdewam dike. Amerîka jî dibêje ew ji asayî kirina peywendiyên bi hikûmeta Sûriyê re ne razî ye û dê piştevaniya xwe bi HSDê re berdewam bike. Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê jî dibêje: “Divê Amerîka ji hebûna serbazî ya me li Sûriyê kêfxweş be.”

Ji bo asayîkirina peywendiyên ligel hikûmeta Sûriyê, hewlên dîplomatîk ên Tirkiyê berdewam in.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê dibêje, Tirkiyê bi rêya pêkanîna sê operasyonên serbazî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, nehiştine “korîdora terorê” bê çêkirin.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin got: “Li gor me, asayîşa sînoran, avêtina pêngavên baş li dijî rêxistina terorê PKK û berdewamiyên wê wek PYD û YPGê, vegera penaxwazan û parastina derbiderbûyan li nav axa Sûriyê, herwiha berdewamkirina karên Lijneya Reşnivîsa Destûrê di jêr navnîşanê proseya Astanayê de, bendên serekî yên karnameya me ne. Me nehiştiye li wê derê korîdora terorê, dewletokek an pêkhateyeke wiha dabimezre.”

Amerîka piştgiriya asayîkirina peywendiyên navbera Enqere û Şamê nake, li ser piştîvanîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam e û wek hevbeşekî girîng ê şerê dijî terorê bi nav dike.

Derbarê vê yekê de Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby got: “Me peywendî ligel rejîma Esed asayî nekirine û ti welatekî jî teşwîq nakin ku peywendiyan ligel rejîma Esed asayî bike. Lê em temaşe dikin ka ev gotûbêj digihin ku û çi ji wan derdikeve. Em bi eşkere piştgiriya asayîkirina peywendiyên ligel Esed nakin.”

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê vê helwêsta Amerîkayê rexne dike û bi nerîna wî, divê Amerîka û welatên Ewropayê ji hebûna serbazî ya Tirkiyê li Sûriyê kêfxweş bin.

Kalin dibêje: “Tirkiye êdî nikare penaberên zêdetir werbigre. Hatina penaxwazên zêdetir bo Tirkiyê yan navçeyên din, dibe sedema destpêkirina krîza koçberan li Ewropayê. Loma divê  Ewropî û Amerîkî ji hebûna serbazî ya Tirkiyê li Sûriyê kêfxweş bin.”

Yekem pêngava eşkere bo asayîkirina peywendiyên navbera Şam û Enqerê roja 28ê Kanûna borî bi navbênkariya Rûsyayê li Moskowê hat avêtin.

Tê çaverêkirin vê hefteyê wezîrên derve yên hersê welatan li Moskowê bicivin. Çav li ser wê yekê ne ka hewlên dîplomatîk dighin ku û çi encamek ji wan derdikeve.