Erdogan derbarê êrişa Îranê de: Li navçeyê şiyana kesî nameya bo berdêlên nû

08-01-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê dawîn pêşhatên li Iraq û aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de got: “Rageşiya di navbera hevbenda me Amerîka û cînarê me Îranê de ya ku demek e dewam dike, gihîşte asteke em qet jê ne razî ne." Erdogan herwiha anî ziman li herêmê êdî mecalê ti kesî nemaye ku bedelên nû bidin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip li Navenda Kongreyê ya Halîçê di merasima vekirina xeta xazê ya TurkAkimê de axivî ku bi vê xetê xaza Rûsyayê ji ser Tirkiyeyê re veguhezîne bo Ewropayê.

Recep Tayyip Erdogan li ser mûşekên Îranê arasteyî binkeyên serbazî ya Eyn Esed û binkeya Herîr li Hewlêrê kirine got: “Li erdnîgariya me êdî mecalê ti kesî nemaye ku bedelên nû bidin. Armanca me ew e ku rageşiyê kêm bikin ji nû ve her alî bi aqilane tevbigere. Rageşiya di navbera hevbenda me Amerîka û cînarê me Îranê de ya ku demek e dewam dike, gihîşte asteke em qet jê ne razî ne.”

Erdogan herwiha amaje kir ku ew dê hemû derfetê di destê xwe de bikar bînin ku destûrê nedin herêm bibe cihê şer û xwînrijandinê û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoya hestiyar de ku ji bo şer li zengê dixin, em hemû rêyên dîplomasiyê bikartînin da ku dever seqamger bibe.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Erdogan got "Mafê ti kesî tineye ku tenê ji bo berjewendiyên xwe Iraq di serî de hemû herêmê biavêje nav agir. Wek Tirkiye em naxwazin ne Iraq, ne Sûriye, ne Lubnan û ne jî herêma Korfezê bibe cihê şerên wekalet.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst