Keneda: Hêzên me li Iraqê silamet in
Fermandarê Hêzên Berevaniyên Kenedayê ragihand, di êrîşên Îranê bo ser binkeyên serbazî yên Amerîkayê û Hevpeymanan de li Iraqê, hêzên wan bê zirar in û tekez kir, Keneda ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dike.
General Jonathan Vance têkildarî êrîşa mûşekî ya îro ya Îranê di twîttekê de ragihandiye: “Malbatên Kenedî, dikarim we piştrast bikim ku hêzên me li Iraqê silamet in û ti zirar negihîştiye ti yek ji wan.”
Jonathan Vance dibêje, ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û ew haydar dimînin.
Supaya Pasdaran a Îranê îro Çarşemê bi çendîn mûşekên balistîk binkeyên serbazî yên Amerîka û Hevpeymanan li Hewlêr û Enbarê kire armanc. Di êrîşê de ti zirar negihîştiye serbazên Amerîkî û Hevpeymanan.