Îranê tolhildana kuştina Qasim Sulêymanî bi êrîşa mûşekî dest pê kir

Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand, ku wan îşev tolhildana dijwar a li dijî Amerîkayê dest pê kir.

08-01-2020

19:30

Trump: Di êrişa Îranê de ziyan negihiştiye ti serbazekî Amerîkî

Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê mûşekên Îranê arasteyî binkeyên serbazî ya Eyn Esed û binkeya Herîr li Hewlêrê yên Amerîkayê kirine de ragihand ku di encama êrişê de ziyan negihiştiye ti serbazekî Amerîkî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Koşka Spî piştî êrîşa duh şev a Îranê yekem civîna xwa ya zindî ligel generalên Amerîkî saz kir û têde ragihand ku di êrîşê de ti ziyanek negihîştiye serbazekî wan.

Donal Trump da xuyandin ku di êrîşê ti serbakezî Amerîkayî zirar nedîtiye û got: “Beriya êrîşê sîstemên hişyariyê ketine dewrê û di êrîşê de ti ziyanek negihîştiye serbazên me, lê ziyana madî çêbûne.”

Trump da zanîn ku kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê yê berê General Qasim Sulêymanî bi fermana wî bûye û got: “Qasim Suleymanî di kuştina gelek Amerîkiyan de berpirs bû û ew sedema nearamiya herêmê bû û diviyabû ew zûtir bihata kuştin.”

Serokê Amerîkayê Îran bi sponsoriya terorê pênase kir û got: “Heta ez serokê Amerîkayê bim, Îran dê ti caran nebe xwedî çeka etomî.”

Trump herwiha da zanîn ku Niha bijarde li ber destên me hene û di heman demê de ji NATOyê jî xwest ku li Rojhilata Navîn erka xwe bicih pêk bîne.

Zêdetir bixwîne

17:30

Netanyahu: Divê spasiya Trump bê kirin ku Qasim Sulêymanî kuşt

Benyamin Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê

Serokwezîrê Îsraîlê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî û rewşa navçeyê de, diyar kir ku ti demekê Rojhilata Navîn bi qasî niha di demeke aloz de nebûye û got, divê spasiya Trump bê kirin bo kuştina Qasim Sulêymanî.

Benyamin Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê, li Orşelîmê, derbarê alozî û pêşhatên dawînd e ji rojnamevanan re axivî û got aloziyênli Rojhilata Navîn berdewam in, milmilaneya navbera miyanrew û radîkal berdewam in. Li aliyekê îslamiya radîkal bi rêberiya Îranê ku hewl dide navçeyê kontrol bike û bi rêya kiryarên terorîstî yên kuştarî me ji nav bibe. Ji ber ku Îran dizane xurttirîn hêzên rojavayî li vê derê li Îsraîlê ne.”

Netanyahu hişyarî dide ku amade ne bo bersivdayîna her êrişekê û dibêje, “Em bi tundî li dijî dijminên xwe radiwestin û her kesê ku bixwaze li me bide, rûbirûyê gurzekî têkşander dibe.”

Derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê bi fermana Trump, Serokwezîrê Îsraîlê dibêje, “Qasim Sulêymanî berpirs bû ji kuştina hejmareke xekê bêtawan. Çendîn welat neseqamgir kirin. Bo çendîn sal tirs û azar li nav xelkê çandin. Divê spasiya Serok Trump bê kirin li ser vê reftara ku bi wêrane û yeklaker encam daye dij bi serokê terorîstan ku endezyar û rêkexerê helmeta serbirî n û terora îranê bû li Rojhilata Navîn û Îranê.”

Zêdetir bixwîne

17:04

Erdogan: Li herêmê şiyanê kesî nemaye bedelên nû bidin

Recep Tayyip Erdogan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan  derbarê dawîn pêşhatên li Iraq û aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de got: “Rageşiya di navbera hevbenda me Amerîka û cînarê me Îranê de ya ku demek e dewam dike, gihîşte asteke em qet jê ne razî ne." Erdogan herwiha anî ziman li herêmê êdî mecalê ti kesî nemaye ku bedelên nû bidin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip li Navenda Kongreyê ya Halîçê di merasima vekirina xeta xazê ya TurkAkimê de axivî ku bi vê xetê xaza Rûsyayê ji ser Tirkiyeyê re veguhezîne bo Ewropayê.

Recep Tayyip Erdogan li ser mûşekên Îranê arasteyî binkeyên serbazî ya Eyn Esed û binkeya Herîr li Hewlêrê kirine got: “Li erdnîgariya me êdî mecalê ti kesî nemaye ku bedelên nû bidin. Armanca me ew e ku rageşiyê kêm bikin ji nû ve her alî bi aqilane tevbigere. Rageşiya di navbera hevbenda me Amerîka û cînarê me Îranê de ya ku demek e dewam dike, gihîşte asteke em qet jê ne razî ne.”

Erdogan herwiha amaje kir ku ew dê hemû derfetê di destê xwe de bikar bînin ku destûrê nedin herêm bibe cihê şer û xwînrijandinê û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoya hestiyar de ku ji bo şer li zengê dixin, em hemû rêyên dîplomasiyê bikartînin da ku dever seqamger bibe.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Erdogan got "Mafê ti kesî tineye ku tenê ji bo berjewendiyên xwe Iraq di serî de hemû herêmê biavêje nav agir. Wek Tirkiye em naxwazin ne Iraq, ne Sûriye, ne Lubnan û ne jî herêma Korfezê bibe cihê şerên wekalet.”

Zêdetir bixwîne

15:15

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan ji rewşa navçeyê dilgiran e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê ji rewş û pêşhatên li navçeyê dilgiran e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê dawîn pêşhatên li Kurdistan, Iraq û navçayê de konferanseke rojnamevaniyê encam da.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Em naxwazin Iraq bibe qada rikeberiyan û em bi hemû aliyên peywendîdar  re di têkiliyê de ne  û em hemû alî bi hev re hewl didin ji bo seqamgiriya Herêma Kurdistanê.”

Di dewama gotinên xwe de Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Em di wê baweriyê de ne ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de, Iraqê pêwîstî bi alîkariya Hevpeymanan heye.”

Derbarê biryara parlamentoya Iraqêç ya derkirina hêzên serbazî yên biyanî de jî Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Em ji vê yekê dilgiranin ku parlamentoya Iraqê bi awayekî yekalî biryar li ser derkirina hêzên biyanî daye û aliyên Herêma Kurdistanê û pêkhateyên din ên Iraqê ji vê yekê dilgiranin.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje “Me rewş li gel Hevpeymanan gotûbêj kiriye û em dê bi Îranê re jî biaxivin” û tekez jî dike, “Derbarê moşekan de ti agahdarî û hişyariyek negihîştiye me.”

Zêdetir bixwîne

14:40

Berdevkê Ebdulmehdî: Moşek arasteyî binkeyên Eyn Esed û Herîr hatine kirin

Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê Iraqê yê Karbirêker

Berdevkê, Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê Iraqê yê Karbirêker dibêje, moşekên Îranê arasteyî binkeyên serbazî ya Eyn Esed û binkeya Herîr li Hewlêrê, hatine kirin.  

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand, demek kurt piştî nîvê şevê, bi şêweyekî zarekî nameyeke fermî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve gihiştiye destê wan ku tê de dihat gotin, “Bersivdayîna wî welatî bo terorkirina şehîd Qasim Sulêymanî, dest pê kiriye yan jî kêmek din dest pê dike. Ew jî ku êrişeke sînordar dibe û tenê wan navçeyan dike armanc ku hêzên Amerîkî tê de ne li Iraqê, bêyî ku binkeyan diyar bike.”

Berdevkê Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê dibêje, “Her di heman demê de, telefonek ji aliyê Amerîkayê ve bo wan hat ku di wê dema moşek diketin xwarê bi ser beşa taybet a hêzên Amerîkî li herdu binkeyên Eyn Esed li Enbarê û binkeya Herîr li Hewlêrê û navçeyên din jî.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Heta niha ti raporteke me derbarê ziyana giyanî ya hêzên Iraqî û hêzên hevpeyman negihiştiye ber destê me.”

Herwiha hatiye gotin, “Iraq li dijî binpêkirina serweriya welat e û bi temamî hewl dide bo rêgirî bike li gurrbûna rewşê.”

Zêdetir bixwîne

14:25

Fransayê êrîşa Îranê ya li hemberî binkeyên Amerîkayê şermezar kir

Jean-Yves Le Drian

Wezîrê Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drian êrîşa Îranê ya li hemberî binkeyên Amerîkayê ya li Iraqê şermezar kir.

Wezîrê Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ya ku hewce dike ew e ku rageşî kêm bibe û êrîş dawî bibin.

Le Drian diyar kir ku Fransa hewl dide rageşî kêm bibe û êrîşa Îranê ya li hemberî binkeyên Amerîkayê ya li Iraqê hat kirin şermezar dike.

Wezîrê Derve yê Fransayê anî ziman ew bi hemû aliyan re têkiliyê didomînin ku bi aqilane tevbigerin û Fransa bi hevkarên xwe yên di bin banê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê de re xebatan xwe berdewam dike.

Jean-Yves Le Drian herwiha got divê li hemberî desthilatiya Iraqê rêz bê nîşandan û têkoşîna dijî DAIŞê dewam bike.

Zêdetir bixwîne

14:10

Ruhanî: Bersiva me ya dawî derkirina hêzên Amerîka ji navçeyê ye

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li ser twîtterê ragihand, bersiva Îranê ya dawî ji bo kuştina General Qasim Sulêymanî, "derkirina hemû hêzên Amerîkayê ji navçeyê ye".

 


Zêdetir bixwîne

13:50

Hêla esmanî ya Fransayê geştên xwe bo asmanê Îran û Iraqê rawestand

Ji ber aloziyên li navçeyê û êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser binkeyên serbazî yên Amerîkayê, hêla esmanî ya Fransayê geştên xwe yên esmanî bo esmanê Îran û Iraqê da rawestandin.

Berdevkê hêla esmanî ya Fransayê îro Çarşemê ragihand,  wek rêkareke xweparêziyê piştî êrîşên mûşekî yên Îranê, wan biryar daye ku geştên xwe yên esmanî bo esmanê herdu welatan bidin sekinandin.

Berdevkê hêla esmanî ya Fransayê daye xuyakirin, biryara rawestandina geştên bo Îran û Iraqê dê heya wê demê berdewam be ku ji ewlehiya esmanê herdu welatan piştrats bin.

Zêdetir bixwîne

13:34

Spanya beşek ji hêzên xwe ji Iraqê vedikişîne

Hatiye belavkirin ku ew serbazên bên vekişandin dê li Kiwêtê bên bicihkirin

Hikûmeta Spanyayê ragihand, beşek ji hêzên wî welatî yên li Iraqê dê bên vekişandin û li Kiwêtê bên bicihkirin.

Cîgira Serokwezîrê Spanyayê, Carmen Calvo, ragihand, “Ji ber aloziyên niha di navbera Amerîka û Îranê de, biryar hatiye dayîn bo derxistina beşek ji hêzên serbazî li Iraqê û bicih dikin li Kiwêtê.”

Ev di demekê de ye ku piştî kuştina Qasim Sulêymanî ji aliyê Ameîrkayê ve li Bexdayê, Îranê îro bi moşekan êriş bire ser binkeyên Amerîkayê li Iraqê. Herwiha du moşekên Îranê ketin nav xaka Başurê Kurdistanê jî ku yek li nêzikî Berdereşê û yek jî nêzikî balafirxaneya Hewlêrê ketin xwarê.

Zêdetir bixwîne

13:20

Qeys Xezelî: Niha dora Iraqê ye bersiva kuştina Ebû Mehdî Muhendis bide

Emîndarê Giştî yê Bizava Esayibên Ehlê Heq, Qeys Xezelî

Emîndarê Giştî yê Bizava Esayibên Ehlê Heq, Qeys Xezelî piştî êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser binkeyên serbazî yên Amerîkayê ragihand, niha dema vê ye ku Iraq bersiva kuştina Şeibî Ebû Mehdî Muhendis bide.

Qeys Xezelî di twîttekê de diyar kir, “Îranê yekemîn bersiva kuştina Qasim Sulêymanî da, niha jî dema vê ye ku Iraq bersiva kuştina Cîgirê Serokê Desteya Heşda Ebû Mehdî Mihendis bide.”

Xezelî herwiha dibêje: “Iraqî xwedî kesên wêrek û xwedî xîret in, bersiva wan jî ji qebareya bersiva Îranê kêmtir nabe, soz be.”


Zêdetir bixwîne

12:32

Balyozê Yekitiya Ewropayê li Iraqê: Îranê serweriya Iraqê binpê kir

Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Iraqê

Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Iraqê amaje bi wê dike, Îran serweriya xaka Iraqê binpê kiriye û dibêje, Iraqê şayesteyê wê nîne ku bibe qurbaniya şer û nakokiyên aliyên din.

Balyozê YEyê li Iraqê Martîn Hes, li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihand, “Îran êrişa bo ser binkeya Eyn Esed, serweriya xaka Iraqê binpê kiriye, ev jî piştî wê tê ku Iraqê ji ber êrişa Amerîkayê di roja 03.01.2020an de ragihandibû ku serweriya xaka wê hatiye binpêkirin.”

Zêdetir bixwîne

12:07

Hindistan û Pakistanê li ser rewşa Iraqê hişyarî dan hemwelatiyên xwe

Rewa li navçeyê aloztir dibe

Derbarê aloziyên li navçeyê û herwiha dawîn êrişa moşekî ya Îranê bo ser binkeyên Amerîkayê li Iraqê, Wezareta Derve ya Hindistanê daxwaz ji hemwelatiyên xwe dike ji serdanên ne pêwîst bo Iraqê dûr bigirin û herwiha daxwaz ji hemwelatiyên xwe yên li Iraqê jî kir ku agahdarî xwe bin.

Hevdem Wezareta Derve ya Hindistanê ragihandiye, balyozxaneya Hindistanê li Bexdayê û herwiha konsolxaneya wî welatî li Hewlêrê bi şêweyekî asayî li ser karûbarên xwe berdewam dibin û xizmetguzariyên xwe pêşkêş dikin.

Jibilî Hindistanê, Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê jî daxwaz ji xelkê wî welatî kir, di dema serdana bo Iraqê de gelek agahdarî xwe bin û herwiha daxwaz ji xelkê Pakistanê yê li Iraqê kir di peywendiyz nêzîk de bin li gel balyozxaneya wî welatî li Bexdayê.

Zêdetir bixwîne

11:45

Almanyayê êrîşa mûşekî ya Îranê şermezar kir

Almanyayê êrîşa mûşekî ya Îranê şermezar kir

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê, Annegret Kramp-Karrenbauer êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser du binkeyên Amerîkayê li nav axa Iraqê bi tundî şermezar kir û ji Îranê xwest, ku aloziyan zêde neke.

Îro Supaya Pasdaran a Îranê di êrîşeke mûşekî de, êrîşî binkeyên hêzên Amerîkayê li Hewlêr û Enbarê kir.

Zêdetir bixwîne

11:40

Japon: Îran û Amerîka pirsgirêkên xwe bi rêya dîplomasiyê çareser bikin

-

Piştî êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser hêzên Amerîkayê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê, hikûmeta Japonê ragihand, ew ji wê rewşa niha dilgiran in û daxwaz dikin, pirsgirêk bi rêya dîplomsiyê bêne çareserkirin.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Japonê, Yuşîhîda Suga îro Çarşemê ragihand, ew bi bilindbûna asta aloziyan li Rojhilata Navîn dilgiran in û divê rêgirî li zêdebûna aloziyan li navçeyê bê girtin.

Yuşîhîda Suga herwiha ragihand, Encûmena Asayişa Netewî ya Japonê li ser vê mijarê dicive û Serokwezîr Shinzo Abe di civînê de beşdar dibe.

Suga herwiha diyar kir, ew daxwaz ji Îran û Amerîkayê dikin, nakokiyên xwe bi rêya gotûbêj û danûstandinê çareser bikin.

Zêdetir bixwîne

11:30

New Zelandê daxwaza aramkirina rewşê kir

Serokwezîrê Biwekalet ê New Zelandê, Winston Peters

Piştî êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser hêzên Amerîkayê, Serokwezîrê Biwekalet ê New Zelandê daxwaza aramkirina rewşê û  liserxwebûnê ji aliyan kir.

Winston Peters di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta New Zelandê ji nêzîk ve bi hevbeşên xwe re di rêya rêbazên dîplomatîk û serbazî re ji bo nirxandina rewşa ewlehiya navçeyê û ji bo parastina hêzên xwe yên li Iraqê di pêwnediyê de ye.

Peters herwiha daye xuyakirin, “ya giring ev e ku mûşekan kampa Tacî nekirine armanc û hêzên New Zelandê silametin”.

Serokwezîrê New Zelandê daxwaza aramkirina rewşê û liserxwebûnê ji aliyan jî kiriye.

Zêdetir bixwîne

10:56

Xaminêyî: Me zilleyek li Amerîkayê da lê ne bes e

Elî Xaminêyî

Rêberê Bilind ê Komara Îslamiya Îranê, Elî Xaminêyî îro Çarşemê ragihand, şeva bihorî bi rêya mûşekbarankirina binkeyên Amerîkayê yên li Iraqê, wan zilleyek li Amerîkayê daye û got, lê ew ne bes e.

Xaminêyî diyar kir, “me hêj tola xwe hilnedaye”.

Rêberê Îranê da xuyakirin, bersivdana serbazî bi tenê çareser nîne û destnîşan kir, “divê hebûna Amerîkayê li tevahiya navçeyê were bidawîkirin”.

Elî Xaminêyî diyar kir, ku “daxwaza Amerîkayê ji bo encamdana gotûbêjan nayê qebûlkirin”.

Zêdetir bixwîne

10:30

Flay Dubai geştên xwe bo Bexdayê da rawestandin

Flay Dubai

Piştî êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser binkeyên serbazî yên Amerîkayê li Iraqê, Hêla Esmanî ya Fly Dubai ya Îmaratî geştên esmanî yên xwe yên bo Bexdayê hilweşand.

Kompanyaya Fly Dubai di daxuyaniyekê de ragihand, wan hemû geştên xwe yên esmanî bo Bexdayê hilweşandiye, lê belê îro Çarşemê geştên xwe yên bo Besra û Necefê encam dide.

Fly Dubai amaje bi wê yekê jî daye, ku ew di têkilyeke berdewam de ne û ji nêzîk ve rewşê dişopînin.

Zêdetir bixwîne

10:20

Tevgera bazirganî li sînorê Hacî Omeran û Başmaxê asayî ye

-

Hatin û çûn û tevgera bazirganî li herdu deriyên sînorî yên Hacî Omeran û Başmaxê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de asayî ye û berpirsên herdu deriyên sînorî dibêjin, ew wek rojên berê karê xwe berdewam dikin.

Rêveberê Gumrika Deriyê Sînorî yê Başmaxê li aliyê Başûrê Kurdistanê, Şaxewan Bekir ji Rûdawê re ragihand, îro Çarşemê tevgera bazirganî li vî deriyê sînorî wek rojên berê normal e û got: “Di rojên berê de rewş bi çi awayî bû, îro jî bi heman awayî ye û ti guhertinek çê nebûye.”

Berdevkê Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê, Sîrwan Husên jî ragihand, tevgera bazirganî û hati û çûna li Hacî Omeranê wek rojên berê normal e û tekez kir: “Deriyê sînor ê Hacî Omeran 24 demjimêran vekirî ye û tevgera bazirganî berdewam e.”

Rojane li deriyê sînorê Başmaxê 550 otomobîlên barhilgir û li deriyê sînor ê Hacî Omeranê jî 450 otomobîlên barhilgir di navbera Başûrê Kurdistanê û Îranê de hatin û çûnê dikin.

Zêdetir bixwîne

10:10

Perçeyên mûşeka Îranî li nêzîk Berdereşê hatin dîtin

-

Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal li nêzîk qezaya Berdereşê li sînorê parêzgeha Duhokê ragihand, ew mûşeka Îranî ku li nêzîk qezaya Berdereşê ketibû xwarê, ji aliyê hêzên ewlehiyê û berpirsên îdareya navçeyê ve hatin dîtin.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje: “Ew cihê ku mûşek lê ketiye xwarê, tenê kîlometrek ta 2 kîlometran ji navenda qezaya Berdereşê dûr e. Rencem Cemal herwiha dibêje: Gelek perçe û paşmayiyên vê mûşekê li derdora navçeyê ketine.”

Îro Çarşemê 8ê Çileya 2020, mûşkeke Îranê li nêzîk qezaya Berederşê li sînorê parêzgeha Duhokê kete xwarê.

Zêdetir bixwîne

10:00

Hejmareke welatan geştên asmanî bi ser asmanên Iraq û Îranê de rawestandin

Ev di demekê de ye ku rewşa li navçeyê aloztir bûye

Piştî gurrbûna aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de û herwiha dawîn êrişa moşekî ya Îranê li ser binkeyên Amerîkayê li Iraq û Herêma Kurdistanê, hejmareke welatan geştên xwe yên asmanî bi ser asmanên Îran û Iraqê de ragirtin.

Îdareya Firokevanî ya Federalî ua Amerîkayê belav kiriye, kompaniyên firokevaniya sivîl ên Amerîkayê, qedexe kirine ku firoke bi ser asmanê Iraq, Îran kendava Oman û ava cudakirina navbera Siûdiyê û Îranê derbas bibin.

Hêla asmanî ya Sengapur jî ragihand, arasteyê hemû geştên asmanî diguherin û dûr dikevin ji asmanê Îranê. Hindistanê jî hişyarî daye hemwelatiyên xwe di geştên bo Iraqê de ûd axwaz kiriye geştên ne pêwîst bo Iraqê nekin.

Hêla asmanî Malîzyayê jî dupat kiriye, firokeyên wan dûr dikevin ji asmanê Îranê, herwiha Îva êrî ya Taywanî jî aşkere kiriye ku firoekyên wan di ser asmanê Îranê re nafirin.

Hevdem Wezareta Derve ya Filîpînê, ragihandiye,  wan ferman dane hemû hemwelatiyên xwe yên li Iraqê ku wî wleatî bicî bihêlin. Herwiha China Airlines ku mezintirîn kompaniya firokevanî ya Taywanê ye ragihand, ji ber aloziyên li navçeyê firokeyên wan bi ser asmanî Iraq û Îranê de hatinûçûnê nakin.

Zêdetir bixwîne

09:50

Wezareta Navxwe ya Kurdistanê: Ketina mûşekan li Kurdistanê bê zirar bûye

Wezareta Navxwe ya Kurdistanê

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, mûşeka Îranî ya ku li qezaya Berdereşê ketiye xwarê li cihekî dûr hatiye dîtin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Kurdistanê, di encama ketina wê mûşekê de ti zirar çê nebûne.

Zêdetir bixwîne

09:25

Hatin û çûn li Balafirxaneya Hewlêrê asayî ye

Hatin û çûn li Balafirxaneya Hewlêrê asayî ye

Rêvebera Balafirxaneya Hewlêrê ragihand, hatin û çûna li Balafirxaneya Hewlêrê asayî (normal) ye.

Rêvebera Balafirxaneya Hewlêrê, Telar Fayiq ji Rûdawê re ragihand, “geştên balafiran li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê wek rojên berê asayî ye û ti guhertinek çê nebûye.”

Telar Fayiq destnîşan kir: “Heya niha ti geşteke balafiran li Balafirxaneya Hewlêrê nehatiye rawestandin û balafirxane wek rojên berê kar dike.”

Zêdetir bixwîne

09:14

Peyamnêrê Rûdawê: Mûşekek li nêzîk Berdereşê ketiye xwar lê zirar tine ye

-
-

Bi destpêşkirina êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê, mûşekek li qezaya Berdereşê ya Herêma Kurdistanê jî kete xwarê.

Peyamnêrê Rûdawê, Rence Cemal li cihê bûyerê li Berdereşê ragihand, yek ji mûşekên Îranê îro li nêzîk Berdereşê ketiye xwarê, lê ti zirara wê nebûye û tenê şûşeyên çen dikan û malên nêzîk li cihê ketina mûşekê şikestine.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, ti binkeyên serbazî yên Amerîka û Hevpeymanan li qezaya Berdereşê nîne û dibêje: “Mûşek li derwazeya qezaya Berdereşê, wate di navbera qezaya Berdereşê û kampa Berdereşê ketiye xwarê ku niha penaberên Rojavayê Kurdistanê li vê derê ne. Di encama ketina mûşekê de ti zirareke canî li navçeyê çê nebûye û tenê şûşeyên çend dikan û malên li nêzîk cihê bûyerê zirar dîtine.”

Xwediyê yek ji firoşgehên li nêzîk Berdereşê ji Rûdawê re behsa dema ketina vê mûşeka Îranê dike û dibêje: “Di navbera demjimêr 01:30 ta 02:00ê şev de dengekî mezin hat, lê me nezanî çi bûye. Piştî bûyerê Asayiş gihîşt cihê bûyerê, li derdorê digeriyan daku bizanin mûşek li kuderê ketiye xwarê.”

Heman welatî dibêje, “ji bilî zirarên darayî ti zirareke canî çê nebûye.”

Zêdetir bixwîne

09:10

Şêwirmendekî Fermandarê Supaya Pasdaran: Me zirareke mezin gihande binkeya Eyn el Esed

-

Şêwirmendekî Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, zanyariyên destpêkê wiha nîşan didin ku zirareke mezin gihîştiye binkeya serbazî ya Eyn el Esed, ku hêzên Amerîkayê lê hene û tekez kir, hemû mûşek li armancên xwe girtine.

Hemîdriza Muqedemfer da xuyakirin, tevî ku Amerîkî hewl didin rastiyan veşêrin, lê belê zanyariyên destpêkê wisa nîşan didin, ku zirareke mezin gihîştiye binkeya serbazî ya Eyn el Esedê.

Bi gotina Muqedemfer, “hemû mûşekan li armancên xwe dane” û destnîşan kir, Îranê îro mezintirîn binkeya leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê kire armanc û êrîşê îsbat jî kir, ku sîstema berevaniya mûşekî ya Amerîkayê lawaz e.

Wî rayedarê Supaya Pasdaran hişyarî jî da, ku “her bersivdaneke Amerîkayê dê bibe sedema şewitîna berjewendiyên Amerîkayê li navçeyê.”

Hemîdriza Muqedemfer tekez kir, êrîşên mûşekî yên Îranê “bêrêzî ye li beramber Amerîkayê û divê Waşington vê yekê qebûl jî bike.”

Zêdetir bixwîne

08:35

Koreya Başûr: Em ji nêzîk ve çavdêriya rewşa navçeyê dikin

Koşka Serokatiya Koreya Başûr

Koşka Serokatiya Koreya Başûr ragihand, ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşa navçeya Rojhilata Navîn dikin û daxwaz ji karmendên welatê xwe yên li Iraqê jî dike, ku cihên xwe neterikînin.

Piştî êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê û Herêma Kurdistanê, Koşka Serokatiya Koreya Başûr ku bi Koşka Şîn jî tê naskirin, di daxuyaniyekê de ragihand, çendîn raport derbarê êrîşên Îranê de gihîştine destê wan û ew niha ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, Wezareta Derve ya Koreya Başûr ji nêzîk ve çavdêriya rewş û silametiya hevwelatiyên Koreya Başûr li navçeyê dike û herwiha daxwaz ji karmendên xwe yên li Iraqê dikin ku cihên xwe neterikînin.

Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin, ku niha tîmeke Wezareta Derve kar li ser texmînkirina ziyanên êrîşên Îranê yên li dijî Amerîkayê dikin ku di tola kuştina Qasim Sulêymanî de hatine encamdan.

Serokatiya Koreya Başûr herwiha destnîşan kiriye, kompaniyên wî welatî yên li Iraqê rêkarên ewlekariyê zêdetir kirine û plana xwe ya derketina ji nişka ve di ber çavan re derbas kirine.

Zêdetir bixwîne

08:26

Brîtanya: Zirar negihîştiye hêzên me

Rûdaw

Piştî êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser du binkeyên serbazî yên Amerîka û Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê, Berdevkê Ofîsa Derve û Komonwels a Brîtanyayê ragihand, “em ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û erkê me yê serekî parastina Brîtaniyan li Iraqê ye.”

Berdevkê Ofîsa Derve û Komonwels a Brîtanyayên îro Çarşemê ragihand, ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşa li Iraqê dikin û nirxandinê bo rewşê dikin.

Wê rayedarê hikûmeta Brîtanyayê herwiha da xuyakirin, erkê wan ê sereke li navçeyê parastina Brîtaniyan e.

Bi gotina Berdevkê Ofîsa Derve û Komonwels a Brîtanyayên, “di êrîşa mûşekî ya Îranê de ti serbazekî Brîtanî, Amerîkî û Hevpeymanan zirar dîtine û silamet in.”

Zêdetir bixwîne

08:05

Keneda: Hêzên me li Iraqê silamet in

General Jonathan Vance

Fermandarê Hêzên Berevaniyên Kenedayê ragihand, di êrîşên Îranê bo ser binkeyên serbazî yên Amerîkayê  û Hevpeymanan de li Iraqê, hêzên wan bê zirar in û tekez kir, Keneda ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dike.

General Jonathan Vance têkildarî êrîşa mûşekî ya îro ya Îranê di twîttekê de ragihandiye: “Malbatên Kenedî, dikarim we piştrast bikim ku hêzên me li Iraqê silamet in û ti zirar negihîştiye ti yek ji wan.”

Jonathan Vance dibêje, ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û ew haydar dimînin.

Supaya Pasdaran a Îranê îro Çarşemê bi çendîn mûşekên balistîk binkeyên serbazî yên Amerîka û Hevpeymanan li Hewlêr û Enbarê kire armanc. Di êrîşê de ti zirar negihîştiye serbazên Amerîkî û Hevpeymanan.

Zêdetir bixwîne

06:35

Wezîrê Derve yê Îranê: Em şer naxwazin, me berevanî li xwe kir

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand, ew li dû zêdekirina aloziyan yan şer nînin, lê belê ew li heber her pêngaveke şeran û dijminkarî berevaniyê li xwe dikin.

Zerîf di twîttekê de ragihand, Îranê hejmarek rêkarên guncaw bo berevnîkirina li xwe bikar anî û bidawî hat.

Zerîf herwiha diyar kiriye, rêkarên Îranê li gor benda 51 a Netewên Yekgirtî de hatine encamdan û ew binke hatin hedefgirtin, ku ji wan ve bi awayekî tirsnokî êrîşî ser xelkê me û herwiha berpirsên me yên pilebilind hat kirin.

Wezîrê Derve yê Îranê herwiha diyar kiriye, “em li pey zêdekirina aloziyan an jî şer nînin, lê berevaniyê li xwe dikin.”

Zêdetir bixwîne

06:23

Lindsey Graham: Serok Trump hemû desthilat heye bo bersivdayîna Îranê

Donald Trump û Lindsey Graham

Lindsey Graham, Senatorê diyar ê Komariyan di hevpeyvînekê de derbarê êrişa moşekî ya Îranê bo ser hêzên Amerîkî li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand ku ev êrişa Îranê reftareke cengî bûye.

Graham diyar jî kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump, li jêr benda du ya destûra Amerîkayê hemû desthilata xwe heye bo bersivdayîna Îranê, lêbelê derbarê çawaniya bersivdayînê de hîn biryar nehatiye dayîn.

Senatorî Komarî aşkere jî kir ku li ser vê mijarê wî peywendiyeke telefonî li gel Trump encam daye.

Zêdetir bixwîne

03:50

Koşka Spî: Trump bi hûrî çavdêriya rewşê dike

Koşka Spî

Piştî destpêkirina "tolhildana dijwar" a li dijî Amerîkayê ji aliyê Îranê ve, Koşka Spî ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump niha ji nêzîk ve û bi hûrî çavdêriya rewşê dike.

Berdevkê Koşka Spî li ser twîtterê ragihand, ew agahdar bûne ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê ji aliyê Îranê ve rastî êrîşan hatine.

Berdevkê Koşka Spî dibêje, wan zanyariyên têkildarî êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Iraqê dane Donald Trump û tekez kir, Trump niha ji nêzîk ve û bi hûrî çavdêriya rewşê dike.

Îşev Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyeke 4 bendî destpêkirina tolhildana dijwar a li dijî Amerîkayê aşkere kir û ragihand, ku wan bi rêya bi dehan mûşekan binkeyên Amerîkî kirine armanca êrîşan.

Supaya Pasdaran a Îranê herwiha hişyarî da Îsraîlê û welatên hevpeymanê Amerîkayê û welatên ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê lê hene, ku eger ji erdê wan ve êrîşî Îranê bê kirin, dê bibin armanca êrîşan

Zêdetir bixwîne

03:34

Îranê tolhildana kuştina Qasim Sulêymanî bi êrîşa mûşekî dest pê kir

-

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand, ku wan îşev tolhildana dijwar a li dijî Amerîkayê dest pê kir.

Supaya Pasdaran diyar kir, binkeya Eyn el Esed a hêzên Amerîkî li Iraqê bi bi dehan mûşekan hatiye hedefgirtin.

Ajansên Îranî jî belav kirine, ku êrîşa îşev di tolhildana kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê General Qasim Sulêymanî de hatiye destpêkirin.

Ajansa Fars News a Îranî k user bi Supaya Pasdaran ve ye, dîmenên avêtina hejmarek mûşekan belav kiriye.

Têkildarî êrîşa mûşekî ya îşev, Supaya Pasdaran daxuyaniyeke 4 bendî belav kiriye û di bendeke vê de hişyarî daye welatên hevpeymanê Amerîkayê û welatên ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê lê hene, ku eger ji erdê wan ve êrîşî Îranê bê kirin, dê bibin armanca êrîşan.

Zêdetir bixwîne