Galeriya wêneyan

07-12-2024
20 Photos
Senger Ebdulrehman
Senger Ebdulrehman

22yemîn Foruma Dohayê vê êvarê li Dohaya paytexta Qeterê dest pê kir.

Di çorçoveya forumê ji bo rewşa Sûriyeyê civîneke awarte tê lidarxistin.

Wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Îraq, Tirkiye, Qeter, Erebistana Siûdî, Misir û Urdinê beşdarî 22yemîn Foruma Dohayê bûn.

Di forumê de çareserkirina pirsgirêkên li herêmê û xurtkirina mekanîzmayên ewlehiyê tên gotûbêjkirin.

Ev gav ji bo pêşîgirtina li êrişên herêmî û piştgirîkirina reformên li Sûriyeyê tê avêtin.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya.

Piştî civînê Fuad Husên ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ji bo çareseriya li Sûriyeyê "Yan aliyê leşkerî ku tê wateya şerê çekdarî li Sûriyeyê yan jî nêzîkatiya siyasî ku pirsgirêkê çareser nake lê bi rê ve dibe."

Li ser armanca forumê Fuad Husên got, "Li gorî agahiyên wezîran dê rewşa Sûriyê were gotûbêjkirin û nirxandin. Ya duyemîn jî dê helwesta van welatan çawa be, ya sêyemîn jî dê rewşa Sûriyê çawa çareser bibe dê were rojevê."

Wêne: Senger Ebdulrehman /Rûdaw