NY: Li Xezeyê 132 xebatkarên me hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Navîn (UNRWA) ragihand ku li Xezeyê ji ber êrişên Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşînê vir ve 132 xebatkarên wan hatine kuştin.

Di daxuyaniya UNRWAyê de hat destnîşankirin, di 4ê Kanûna Pêşinê de li Beyt Lahiyayê ya li bakurê Xezeyê û herwiha li bajarê Xezeyê 2 dibistan rasterast bûn armanc.

Li gorî heman daxuyaniyê li herêmên Dêr el-Belah û Nusayratê jî 2 dibistan bûne armanc.

UNRWAyê diyar kir ku 5ê Kanûna Pêşînê 2 xebatkarên din ên wan hatin kuştin.

Bi kuştina her du xebatkaran re hejmara xebatkarên UNRWAyê yên ku ji 7ê Çiriya Pêşînê vir ve di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin derket 132yan.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku li Xezeyê 1,9 milyon Filistînî ji cih û warên xwe bûne û xwe spartine 155 tesîsên UNRWAyê yên li Xezeyê.