Di navbera Tirkiye û Qeterê de 15 peyman hatin îmzekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û Qeterê di warên berevanî, ewlehî, bazirganî, weberhênan, tendirustî û perwerdê de 15 peyman îmze kirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, ligel hejmareke berpirs û wezîrên wî welatî  doh 6ê Kanûna 2021an ji bo beşdarbûna Civîna 7emîn a Komîteya Stratejiya Bilind a Tirkiye-Qeterê serdana Qeterê kir û serdanên wî ên li wî welatî hêj jî berdewam in.

Di çarçoveya serdanên xwe de Erdogan îro li gel Emîrê Qeterê Şêx Temim bin Hamed Al Sani li bajarê Dewhe yê wî welatî beşdarî merasîma îmzekirina peymanên di navbera herdu welatan bû.

Di merasîmê de 12 û bi giştî 15 hpeymanên di warên berevanî, ewlehî, bazirganî, weberhênan, tendirustî û perwerdê, di navbera herdu welatan de hatin îmzekirin. 

Li gor zanyariyan ew peyman di navbera Wezareta Navxwe, Serokayetiya Karûbarên Olî, Wezareta Derve, Wezareta Tendirustî, Wezareta Çand û Geştyarî, Ofîsa Weberhênanê ya Serokomariyê, Ajansa Anadolu û saziya KOSGEBê yên Tirkiyê û wezaret û saziyên Qeterê de hatin îmzekirin.