Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdiyê radighîne ku şeva borî êrîşeke esmanî birine ser pêgehekî çekdarên Husiyan li Yemenê û bingehên wan ên avêtina mûşekan wêran kirine. Wek Siûdiye dibêje, ev wek tolstandina li beramber mûşekên balîstîk bûye.
Roja Sêşembê 7ê Kanûna 2021ê Ajansa Nûçeyan a Siûdiyê (SPA) k user bi hikûmetê ye di Twittekê de nivîsiye: “Me hejmarek bingeh Senaa wêran kirine ku taybet bûn bi mûşekên balîstîk û dronan.” Berê jî Siûdiyê ragihandibû, artêşa wan mûşekeke balîstîk pûç kirine ku ji Yemenê ji aliyê Husiyan ve bo Siûdiyê hatibû avêtin.
Li gor SPAyê, armanca êrîşa firokeyên şer ên Siûdiyê navçeyeke “şikeft û depoyên nehênî yên hilgirtina mûşekên balsîtîk” bûye li jêra bajarê Senaayê. Herwiha ajansê li ser zimanê Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê ragihand ku çekdarên Husî xelkê sivîl dikin armanc û “Wezareta Berevaniyê hemû hewldanek dide daku xelkê sivîl û navçeyên xwe biparêze.”
Di sala 2014an de çekdarên Husî yên nêzîkê Îranê piraniya bakurê Yemenê kontrol kirin, di nav de jî Senaaya paytext girt. Piştî salek pêşketina Husiyan, hevpeymaniyek ku Siûdiye serkirdayetiya wê dikir, destêwerdana serbazî li Yemenê kir. Ji wê demê ve, ji ber şer û pevçûnan bi dehan hezar kes hatine kuştin û bi milyonan kesên din jî koçber bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse