Caferî: Emê li gel kurdan rûpelek nû vekin

07-11-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahim Caferî derbarê pirsgirêkên petrolê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got, “Em vê mijara wekî çûyî dibînin. Em ê rûpelek nû vekin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahim Caferî îro li Enqereyê pirsên rojnamegeran bersivand û ragihand ku Iraq li ser xeta Tirkiyeyê re dê petrol û gaza siruştî bifroşe.

Caferî diyar kir ku ji bo şerî li dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ji dewletên navneteweyî alîkarî xwestinê, lê ew li Iraqê binkeyek asmanî û hêzên bîyanî naxwazin.

Ceferî li ser mijara derbarê pirsgirêkên petrolê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî wiha got, “Di navbera me de hin pirsgirek hene lê em ê wan di çarçoveya neteweya Iraqê de çareser bikin. Em vê mijara wekî çûyî dibînin. Em ê rûpelek nû vekin.”

Wezîr Caferî derbarê pereyên petrola Herêma Kurdistanê firotin ên li Halkbanka Tirkiyeyê hatî razandin de jî wiha got:

 “Em bawer dikin ku pere derek ewlede ye. Me di hevdîtina de behs nekir lê ew yeke nayê wê wate ku emê behsê nekin. Di hevdîtinên bên de ev mijar û hinek din jî emê hûr gilî gotûbêj bikin.”

Ceferî di derheqê hejmartina nifûsa Kerkûk de jî wiha got, “Divê hejmartina nifûsa Kerkûke sala 2007an pêk hatibû lê piştî sedema bûyerên qewimin nifûsa bajêr ne hat hejmartin. Ez hêvî dikim bê hejmartin daku li gorî vê yeke jî tedbîr bên dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst