ŞER Û REV - Rojavayê Kurdistanê stargeh e, leşkeriya dewletê asteng

2 demjimêr berê
Xalid Cemîl Mihemed
Xelk ji Libnanê derbasî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dibe / Wêne: Ji dîmenan
Xelk ji Libnanê derbasî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dibe / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Îsraîl Libnan Êriş Rojavayê Kurdistanê Dicle Mehmûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gelek Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyî ji ber leşkeriya neçarî ya hikûmeta Sûriyeyê li Libnanê asê mane û nikarin vegerin.

Ji bilî Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê, pêla koçberiya Libnaniyan û xelkê Sûriyeyê ya ber bi Rojavayê Kurdistanê ve didome.

Êrişên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê û Beyrûtê berdewam dikin.

Ji ber wan êrişan heta niha ji bilî hinek Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê derdora 18 hezar Sûriyeyî û Libnanî gihiştine Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de.

Jina Kurd Dicle Mehmûda ji bajarê Kobaniyê ya ku ji Libnanê vegeriyaye ji Rûdawê re behsa rewşa malbata xwe kir.

Dicle Mehmûd tevî sê zarokên xwe vegeriyaye Kobaniyê lê hevjînê wê, bi sedema leşkeriya neçar a hikûmeta Sûriyeyê, nikariye li gel wan bê.

“Zilamên me bi me re nehatin”

Dicle Mehmûdê got:

“Zilamên me bi me re nehatin ji ber ku wan leşkerî nekiriye û derbarê wan biryara girtinê heye.

Gelek mirovên me li wê derê mane, birayê min, hevjînê min û xalên min jî li wê derê mane.

Kes nawêre ber bi Sûriyeyê ve bê ji ber ku li ser navê wan leşkerî heye.

Em heta ku gihîştin vê derê di rê de gelekî aciz bûn. Em çar rojan di rê de man.”

Bi taybetî li deriyên sînorî û li ser sînoran kesên ji bo leşkeriyê hatine xwestin têne girtin, yan jî neçar in zêdeyî 600 dolarî bidin qaçaxçiyan ji bo xwe bigihînin Rojavayê Kurdistanê.

Malbat rastî zehmetiyan tên

Piştî ku Dicle Mehmûd û her sê zarokên xwe gihiştin Kobaniyê jî rastî gelek zehmetiyan tên çimkî pêwîstiya wan bi malekê heye.

Her wiha pêwîstiya zarokên wê jî bi çûna dibistanê heye.

Dicle Mehmûd bi rêya Rûdawê dengê xwe digihîne kesên pêwendîdar û xelkê ku pê re alîkar bin ji bo dîtina malekê bi kirê û dabînkirina pêdiviyên sereke yên jiyana rojane û debera jiyana xwe.

Dicle Mehmûd yek ji hezarên mînakên din e ku pêwîstiya wan bi alîkariya xelkê, rêxistin, sazî û dezgehan heye.

Hêvî jî dike ku daxwaza wê û yên weke wê neyê piştguhxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst