Salek di ser şerê Xezeyê re derbas bû - Îsraîl: Me ji sedî 60ê çekdarên Hemasê kuştin

14 demjimêr berê
RÛDAW
Tankên Îsraîlê li Xezeyê\ Wêne: AFP
Tankên Îsraîlê li Xezeyê\ Wêne: AFP
Nîşan Şerê Hemas û Îsraîlê Filistîn Hizbulaha Libnanê Îsraîl Yemen Îraq Îran Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beriya bi salekê wekî îro Hemasê êrişî Îsraîlê kir û Îsraîlê jî li Xezeyê li dijî Hemasê dest bi operasyoneke mezin a leşkerî kir.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di heyama salekê de wê ji sedî 60ê çakdarên Hemasê kuştin.

Çekdarên Hemasê beriya bi salekê ji Xezeyê derbasî nava Îsraîlê bûn û êrişî 21 navendên sivîlan ên Îsraîlê kir.

Piştî wê êrişa Hemasê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyamek belav kir û wiha got:

“Hemwelatiyên Îsraîl, em di şer de ne. Hemasê êrişî Îsraîlê û Îsraîliyan kir.”

Li gorî gotina berpirsên Îsraîlê, ji ber êrişa Hemasê hezar û 139 kes hatin kuştin û 200 hezar kes jî koçber bûn.

Her wiha 250 kes jî wekî dîl hatin girtin. Heta niha 117 dîlên Îsraîlê hatine rizgarkirin û 72 kes jî mirine.

Heman rojê Îsraîlê dest bi bombebarankirina Xezeyî kir û 13ê heman mehê jî dest bi operasyoneke bejayî kir.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, heta niha 41 hezar û 870 kes di şerê Xezeyê de hatine kuştin û 97 hezar û 166 kes jî birîndar bûn û herî kêm 2 milyon kes jî koçber bûne.

Berpirsên Îsraîlê eşkere dikin ku heta niha wan zêdetirî ji sedî 60ê çekdarên Hemasê kuştine.  

“Ev trajediyeke mirovî ye”

Komîserê Giştî yê UNRWAyê Philippe Lazzarini li ser şerê Xezeyê wiha got:

“Ev trajediyek e ji bo hemû herêmê; trajediyek e ji bo Rojhilata Navîn.”

Piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê, Hizbulaha Libnanê jî êrişî Îsraîlê kir û li dijî Îsraîlê cepheyeke şer vekir.

Îsraîlê jî bi tûndî dest bi bombebarankirina baregehên Hizbulahê yên li Libnanê kir.

1ê Çiriya Pêşînê Îsraîlê li dijî Hizbulaha Libnanê dest bi êrişa bejayî kir.

Ji ber şer topbaran û êrişên Îsraîlê yên li Libnanê 2 hezar û 36 kes mirine, 9 hezar û 600 kes birîndar bûne û milyonêk û 250 hezar kes jî koçber bûne.

Her wiha ji ber êrişên mûşekî yên Hizbulaha Libnanê 9 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û 60 hezar kes jî birîndar bûne.

“Me 30 ji wan fermendar 440 kes çekdarên Hibulahê kuştin”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari diyar kir ku dê li bakurê Libnanê jî zextê li Hizbulahê bikin.

Li gorî gotina Daniel Hagari heta niha wan 440 çekdarên Hizbulahê kuşine û 30 kes ji wan fermandarên wê rêxistinê bûne.

19ê Çiriya Paşîna 2023yan Husiyên Yemenê jî daxîlî nava wî şerî bûn.

Husiyên Yemenê li dijî Îsraîlê dest bi êrişan kir û Husiyan li Deryaya Sor keştiyên Îsraîl, Amerîka, Brîtanya û welatên din ên Ewropayê da ber mûşekan.

Husiyan heta niha 130 carî êrişî keştiyan kir û herî kêm 220 dron û mûşek avêtib Îsraîlê.

Îsraîlê 2 caran, Amerîka, Brîtanya û hevpeymanên wê jî 6 caran êrişî Husiyan kirin.

“Dê êrişên me berdewan bikin”

Berdevkê Artêşa Husiyan Yahya Seri li ser êrişên li dijî Îsraîlê wiha got:

“Hêzên me dudil nabin. Bi alîkariya Xwedayê bexşîner, operasyonên ji bo ser Îsraîla dijmin û piştgirên wan dê berdewam bikin.”

Kuştina serokê berê yê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê, Sekreterê Giştî yê berê yê Hizbulahê Hesen Nasralah li Beyrûtê û hejmarek berpirsên Supaya Pasdaran li Sûriyê û Libnanê kir ku Îran jî bê bersiv nemîne.

Îranê du caran bi mûşekan êrişî Îsraîlê kir ya dawî 1ê Çiriya Pêşêna îsal bû.

Îsraîl jî niha gefa tolhildanê dixwe û xwe ji bersiva Îranê re amade dike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê wiha got:

“Îranê xeletiyeke mezin kir û dê berdêla wê xeletiyê bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst