Peyamnêrê Rûdawê li Xezeyê ye: Şerekî bi vî rengî heta niha nehatiye dîtin

08-10-2023
RÛDAW
Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam e
Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam e
Nîşan Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baskên çekdarî yê rêxistina Hemasê di bin navê “Tofana Eqsayê” de êrişî komelge û gundên Îsraîlê yên nêzîkî sînorê Xezeyê kir.

Rayedar û pisporên Filistînê têkildarî şerê ku wan daye destpêkirin de bersiva pirsen peyamnêrê Rûdawê Muhammede Salîm da.

Tê gotin ku ev şer û aloziyên di navbera Îsraîlê û Hemasê de ji yên berê cudatir e û heta niha şereke bi vî rengî di navbera wan de nebûye.

Berdevkê rêxistina Filistînî ya Hemasê Ebdulletîf El Qanû ji Rûdawê re axivî:

“Operasyona ‘Tofana Eqsayê’ ya li dijî Îsraîlê wek berteka zêdekirina êrişên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînê ye. Heriwha şerê me, li dijî tundrewî û dagirkeriyê ye û ji bo pêşî girtina pevçûn û cihûbûna Filistînê ye.”

Ebdulletîf El Qanû diyar kir ku ew dê ji bo azadiya girtiyên wan ên di girtîgehên Îsraîlê de ne şer bikin. 

Di encama şer û pevçûnên di navbera çekdarên Hemasê û hêzên Îsraîlê de, bi sedan kesan canê xwe ji dest da.

Nivîskar û çavdêrê siyasî Osame Afîfa jî şer û alozî wiha nirxand:

“Xeze bi şerekî dîrokî re şiyar bû. Di vê êrişê de hinek taktîkên nûjen ên weke kamuflej, xapandinê hatin bikaranîn. Di encama vê de hêzên Filistînê bêyî ku werin dîtin ketin nav Îsraîlê de.”

Ji operasyona leşkeri ya Misirê ya sala 1973an ve, êrişekî wekî ya “Tofana Eqsayê” mezin nehatibû kirin.

Serokê Eniya Şûaîbiyê Mihemed El-Xul jî got:

“Em piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Parastinê yên Filistînê dubare dikin û êrîşên planên Îsraîlê pûç dikin em pîroz dikin. Em dûbare dikin ku ev êrîş beşek in ji berteka asayî ya hebûna Îsraîlê ya li herêmên me yên Filistînê.”

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê jî ragihand ku Hemasê li dijî dewleta Îsraîlê êrişa xwe ya herî mezin pêk anî.

Herwiha belafirên şer ên Îsraîlê gelek avahiyên Xezeyê kir hedef.

Operasyona leşkeri ya Hemasê ya li dijî Îsraîlê daye despêkirin, di navbera Filistîn û Îsraîlê de şerekî nû gurr kir. Lewra dê şer çawa bi çi şêweyî biqede nayê zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst