Netanyahu ji xelkê Xezeyê xwest ku herêmê biterikînin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bang li şêniyên Xeta Xezeyê kir ku "herêmê biterikînin" û got ku ew dê hemû herêmên ku Hamas lê ye, veguherînin enqazê.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji ber êrişa "Tofana Eqsayê" ya ku Lîwayên Îzzeddîn el-Qessama şaxa çekdarî ya Hemasê ji Xeta Xezeyê li dijî Îsraîlê da destpêkirin, daxuyanî da.

Netanyahu diyar kir ku Hamasê li dijî Îsraîlê şer da destpêkirin, ev berî niha nehatibû dîtin, ew dê destûrê nedin ku careke din dubare bibe û got:

"Artêş ji bo ku agir bi cegera Hamasê bixe, dê hemû hêza xwe bi kar bîne. Em dê her dera ku Hamas lê dicive û xwe tê de vedişêre, veguhêzin enqazê."

Netanyahu bang li şêniyên Xezeyê kir û wiha got, "Şêniyên Xezeyê niha wê derê biterikînin, lewra em dê li her derê bi hemû hêza xwe (ya eskerî) tevbigerin".

Netanyahu herwiha got, "Em dê vî şerî qezenc bikin lê bedêla wê pir giran e. Ev ji bo me hemûyan rojeke dijwar e. Em ê tola vê rojê hildin."