Serokkomarê Tirkiyeyê tê Hewlêrê
Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, ragihand ku ew dê di demeke nêzîk de ji bo serdanê bê Hewlêrê û Bexdayê.
Ji Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Partiya Rencderan jî ji bo Kongreya Mezin a Awarte ya AK Partiyê hatibûn vexwendin.
Ji Îraqê jî Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, Serokê Komîsyona Heşdî Şeibî Falih Feyyaz, Serokê Hevpeymaniya Sune Xemîs Xençer û berpirsên Eniya Tirkmenan a Îraqê amade bûn.
Nûnerên partiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên ji bo kongreyê amadebûn bi Erdogan re civiyan.
Di civînê de Serokkomar Erdogan diyar kiriye ku dê di demek nêzîk de were Îraq û Herêma Kurdistanê.
Li aliyê din Erdogan ji Sîdad Barzanî xwest ku slavên wî li Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bike.
Erdogan herwiha gotiye ku ew rijd in li ser bicihkirina rêya geşepêdanê ku hêla hesin a di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi şandeyeke partiyên Îraq û Herêma Kurdistanê re civiya.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 7, 2023
Nûçegihanê Rûdawê: Erdogan ji şandeya partiyan re gotiye, ew dê di demeke nêzîk de were Îraq û Herêma Kurdistanê.
📸 AA pic.twitter.com/NbpJjG4QJ7