Îsraîlê bombe bi ser Xezeyê de barandin: 198 kes mirin

07-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de 198 kes mirin û hezar û 610 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê piştî operasyona “Tofana Eqsayê” li ser kesên ku li Filistînê di bombebaranên Îsraîlê de canê xwe ji dest daye agahî da.

Di daxuyaniya ku li ser Xyê Wezaretê hat dayîn de hat diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de 198 kesan canê xwe ji dest daye û hezar û 610 kes jî birîndar bûne.

Têkildarî herêmên ku lê mirî û birîndar hene ti agahî nehatin dayîn.

Li Îsraîlê 40 kes mirin û 750 kes jî birîndar in

Baskê leşkerî yê Hemasê, Tûgayên Qessamê danê sibehê ragihandibû ku wan bi navê “Tofana Eqsayê” êrişeke berfireh li dijî Îsraîlê daye destpêkirin.

Çekdarên Hemasê hezaran mûşek ji Xezeyê ber bi Îsraîlê ve avêtin, ketin wargehên li herêmê.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku bi dehan balafirên şer êrişî Xezeyê kirine.

Hat ragihandin ku di êrişên Hemasê yên li Îsraîlê de hejmara miriyan bû 40 û 750 kes jî birîndar in.

Li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ragihandin ku ew “di şer de ne”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst