Sûriyê beşdarî di Dubai EXPO 2020 de kir

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo pêşandana dîrok, çand, huner û aboriya Sûriyê ji berî zayînê ve û bandora wan li ser çand, huner û aboriya cîhanê bi rêya tablo û wêneyan, Sûriye bi navê  "Emê Bi Hevre Rabin", beşdarî Pêşangeha Dubai 2020 bû.

Di pêşangeha Dubai EXPO 2020 de 192 welat beşdar pêşangehê bûne. Di vê pêşangehê de kevintirîn parçeyê muzîka nivîsandî li cîhanê ku li ser parçeyeke qeremît hatiye nivîsandin, hat pêşandan.

Xalid El-Şemaa, Rêveberê Beşê Sûriyê di Dubai EXPO 2020 de dibêje, “Ev parçeyê ku em dibînin, kevintirîn parçeyê belgekirî yê nivîsandinê ye, vedigere 1400 sal berî zayînê, li Ugarit a Sûriyê hatiye dîtin. Lewra me ew aniye vir daku nîşanî hemû cîhanê bidin ku hemû zimanên cîhanê, ji vir derketine.”

Hejmarek tablo di vê pêşangehê de hatin nîşandan ku ji aliyê şêwekarên Sûrî ve hatine çêkirin û wêneyên xelkê Sûriyê pêşan didin û peyamekê bo cîhanê dişînin ku xelkê Sûriyê bi hev re dikarin paşerojeke geş bo Sûriyê ava bikin.

Rêveberê Beşê Sûriyê, Xalid El-Şemaa diyar kir, “Nameya giştî ya vî beşî ew e em dê bi hev re rabin. Her kes bi vê yakê bawer bû, dema me dest bi vê projeyê kir. Divê ev proje hemû xelkên Sûriyê kom bike, daku bi hevre kar bikin û armancên xwe pêkbînin.”

Li navçeya Ugarît a ser bi parêzgeha Laziqiye ya Sûriyê sala 1950an, hejmarek parçeyên qeremît hatin dîtin ku li ser wan 36 stran hatine nivîsandin û dîroka wan vedigere 1400 sal berî zayînê, piştre ji aliyê muzîkvan û şûnwarnasê Brîtanî Richard Dumbrill ve şîfreyên wan hatibûn xwendin û nivîsandin.

Li gor belgeyên dîrokî, Ugarît navendeke giring a çand, perwerde û kulturê bûye, hejmarek pirtûkxane lê hatine dîtin, têde pirtûkên olî û kulturî hebûn, ligel çend peyamên bazirganiyê ji welatên din û hinek ferhengên zimanên Sumerî, Ekadî û Ugaritî.

Pêşangeha Dubai EXPO 2020 ku ji ber pandemiya koronayê par di dema xwe de nehatibû lidarxistin, îsal di 1ê Cotmeha 2021an de destpê kir û dê heta 31ê Adara 2022an berdewam be.