Erdogan serdana Kuweyt û Qeterê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro ji Balafirxaneya Esenboga ya Enqerê ber bi welatên Kuweyt û Qeterê ve birêket.

Li gor daxuyaniya serokatiya peywendiyan a Serokkomara Tirkiyê, Erdogan dê bi Mîrê Kuweytê yê nû Newaf Ehmed Cabir el Sebah bicive û ji ber koça dawî ya mîrê berê yê wî welatî serxweşiyê lê bike.

Her di vê hevdîtinê de, Erdogan dê bi Mîrê Kuweytê re li ser peywendiyên navbera herdu welatan û mijarên girêdayî navçeyê gotûbêjê bike.

Erdogan paşê dê serdana Qeterê bike û li gel Mîrê Qeterê, Temîm bin Hemed Al Sanî bicive.

Serokkomariya Tirkiyê ragihandiye, ku Recep Tayyip Erdogan û Temîm bin Hemed Al Sanî dê derbarê mekanîzmên pêşxistina hevahengî û peywendiyên navbera herdu welatan gotûbêjan bikin û rewşa dawî yah in mijarên navdewletî û navçeyê jî binirxînin.

Di serdana bo herdu welatan de, Wezîrê Darayî Berat Albayrak, Wezîrê berevaniyê Hulusî Akar, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Wezîrê Werziş û Lawan Mehmet Kasaboglu, Serokê Peywendiyan li Serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun û Berdevkê Serokomariyê Ibrahîm Kalin bi Erdogan re ne.