Şerîaya Rojava: Kuştina welatiya Amerîka-Tirkiyeyê karvedan li pey xwe anîn

07-09-2024
RÛDAW
Nîşan Serokê Amerîkayê Joe Biden Îsraîl Tirkiye Ayşenûr Ezgî Eygî Filîstîn Şerîaya Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Amerîkayê diyar kir ku haya wî jî kuştina Ayşenur Ezgî Eygiyê heye lê zanyariyên wî li ser hurgiliyên bûyerê nînin.

Çalakvana bi navê Ayşenur Ezgî Eygiya welatiya Amerîka-Tirkiyeyê doh li herêma Şerîaya Rojavayê ya Filistînê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibû kuştin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden doh dema diçû eyaleta Michiganê ji rojnamegeran re axivî û behsa kuştina Ayşenur Ezgî Eygiyê kir.

Joe Biden da zanîn ku ew li ser bûyerê hatiye agahdarkirin û got:

"Li ser bûyerê dê zêdetir zanyarî di destê min de hebin. Niha zanyarî di destê min de nînin.

Pêwîstiya min bi zanyariyên zêdetir heye.

Ji ber wê ez bi derengî ji Koşka Spî derketim.

Ez bi rêya telefonê bi tîma xwe re diaxivim. Piştre dê zanyariyên zêdetir di destê min de hebin.”

WAFA: Leşkeran li serê wê daye

Doh ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê ragihandibû ku welatiyeke Amerîkayê li Şerîaya Rojavayê hatiye kuştin.

WAFAyê diyar kir ku leşkerên Îsraîlî li serê welatiya Amerîkayê daye û wê ji ber birînên giran canê xwe ji dest daye.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ew li ser nûçeya kuştina welatiya Amerîkayê lêkolînê dikin.

Amerîka: Mirineke trajîk e

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî Sean Savett li ser mirina Ayşenur Ezgî Eygiyê axivî û eşkere kir ku mirineke trajîk e û ew bi awayekî cidî pê êşiyane.

Savett diyar kir ku ew li gel malbata Eygiyê û hezkiriyên wê ne û wan bi Hikûmeta Îsraîlê re peywendî daniye û ji wan xwestiye ku li ser bûyerê zêdetir agahiyan bidin û dest bi lekolînê bikin.

Li aliyê din Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyeyê jî ragihand ku aktîvîsta hatiye kuştin Tirk e û navê wê Ayşenur Ezgî Eygî ye.

Ayşenur Ezgî Eygî aktîvîsta ISMyê ye

Li gorî AAyê Ayşenur Ezgi Eygî welatiya Amerîkayê ye û li parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê hatiye dinyayê û 26 salî ye.

Ayşenur Ezgî Eygî aktîvîsta Tevgera Piştgiriya Navneteweyî (ISM) bû û piştgirî dida doza Filistinê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî li ser kuştina Ayşenur Ezgî Eygiyê daxuyaniyek belav kir.

Erdogan eşkere kir ku ew wê kiryara Îsraîlê bi tundî şermezar dikin û ji bo Îsraîl ji ber binpêkirinan mafên mirovan bê darizandin çi ji destê wan were dê bikin.

Welatiyê Amerîkayê ya bi navê Rachel Corrie jî sala 2003yan li Şerîaya Rojavayê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatibû kuştin û ew jî endamê ISMyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst