Belem carinan dibe hêvî carinan dibe goristan

07-09-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Bodrum (Rûdaw) - Li deryaya egeyê hatûçûna koçberan ya bi qaçaxî berdewam e. Koçber li navenda Bodrumê wan kesên ku koçberan derbas dikin dibînin û bi pereyan li beleman siwar dibin û berê xwe didin deryaya Egeyê.

 

Ew belemên ku di wêneyan de xuya dikin carna dibin hêvî ji bo penaberan ku ew  xwe van belamen digehînin Yûnanistanê, lê heman belem bo gellek koçberên weke Alan Kurdî  dibin goristan.

 

Belemên ku koçber bi kar tînin li navçeya Dodrumê ya Îzmîrê tên çêkirin û firotin. Yên ku nasnameya Tirkiyê bi ser wan hebe dikarin van beleman bi kirê bikin. Bahayê wan beleman ji 2 hizar euro dest pê dike û heta 5 hizar euroya jî diçe. Penaber jî dibêjin hêviyan wan herî mezin ew e ku ew belemeke saxlem bi dest bixin û xwe berdin ava deryaya Egeyê.

 

Koçberekî ji Sûriyeyê ji Rûdawê re derbarê çîroke de wiha got:

“Ji bo beleman gellek pare dixwazin, min carekê hindek pere dan û ez li belemekê suwar bûm. Lê çi bû, ez hatim girtin û careke din ez anîm vê derê. Pere çûn, belem çû hemû tişt çûn. Rewş xirab e baweriya me bi kesekî nemaye.”

 

Beşek koçberên li navçeya Bodrumê nêzîkî du mehên li wê derê ne  û ew dibêjin li aliyekî  qaçaxcî pereyekê zor dixwazin û li aliyê din jî çi xerantiya me nîne ku em bigehin Yûnanistanê

 

Koçberekî din jî wiha got: “Kesekî pakistanî heye em bi rêya telefonê peywendî bi wî re dikin, ew wî karî dike. Heke ez bixwe bim ez nikarim tiştekî bikim. Niha ez dixwazim biçim Stenbolê ez ji Pakistanê hatim. Lê nizanim dê çawa be. Ez dixwazim dewlet bir fermî mohletê bide lê dibêjin sê çar heta pênç meha bisekine.”

 

Di nav koçberên li Bodrumê beşek zede jî zarokên ku ew car car derbederi û koçberiya ji bîr dikin û wedigerin yariyên xwe lê wegere welat her di dile wan de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst