Amerîka: Li Iraqê Şîe û li Kurdistanê partiyên siyasî di rewşeke xitimî de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, aliyên siyasî yên Kurdistanê di nav xwe de û Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahengiyê weke du hêzên herî mezin ên Şîe li Iraqê di nav xwe de ketine rewşeke xitimînê.

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf li ser avakirina hikûmeta Iraqê ji Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Pîran re ragihand, ji aliyê serkirdeyên aliyên cuda ve daxwaz ji wê hatiye kirin ku destwerdanê di proseya xitimî ya hikûmeta Iraqê de bike lê wan ew daxwaz red kiriye, dê tenê bikaribin şêwirmendiya aliyên Iraqî bikin.

Barbara Leaf diyar kir, aliyên siyasî yên Kurdistanî ketine rewşeke xitimî ku beşek ji hêzên Iraqê pêk tînin.

Heta niha jî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo serokkomariyê li ser berbijêrekî li hev nekirine. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne amade ne li ser berbijêrekî li hev bikin.

Li aliyê din li Bexdayê, Çarçoveya Hevahengiyê û Tevgera Sedr ji bo serokwezîriyê li ser yek berbijêrekî li hev nekirine.

Piştî berbijêrkirina Mihemed Şiya Sûdanî ji aliyê Çarçoveya Hevahengiyê, alîgirên Tevgera Sedr li dijî wî xwepêşandan kirin, ketin parlamentoyê û çend rojan li wir man.

Barbara Leaf destnîşan kir ku Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahengiyê jî ketine rewşeke xetimînê û dibe ku ew di meha Îlonê de serdana Iraqê bike da ku “hejmarek erk” pêk bîne.

Barbara Leaf her wiha anî ziman, “Iraq mijareke ku bala me li ser e. Em li Wezareta Derve, Encûmena Ewlehiya Neteweyî û Wezareta Berevaniyê bi serkirdeyên Iraqî re di peywendiyê de ne. Duh ez bi telefonê bi balyozê me yê li Bexdayê re axivîm. Em li dijî wan bangewaziyan e ku dixwazin biçine nav aloziyan û pirsgirêkan çareser bikin, destwerdana xetimandina avakirina hikûmetê bikin. Ev ne tişteke ku em encam bidin.”

Barbara Leaf got, “Em piştgiriyê didin peywendiyan û şêwirmendiyeke baş pêşkêş dikin.”