Hizbullahê hejmarek mûşek avêtin Îsraîlê

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbullaha Lubnanê hejmarek mûşek ber bi Îsraîlê avêtin, piştre Îsraîl bi topan bersiva wan êrîşan da.

Ev sêyem roj e dinavbera Hêzên Îsraîlî û Hizbullaha Lubnanî de êriş li ser sînorê Lubnan û Israîlê tên kirin.

Îsraîlê ragihand piştî ketina 19 mûşekan li Îsraîlê ku ji Lubnanê ve hatibûn avêtin, wê bersiva wan da, herwiha Serok Wezîrê Îsraîlê Naftali Bennett li gel berpirsên Hêzên Berevaniyê ya wî welatî civînek saz kir.

Herwiha artêşa Îsraîlê da zanîn ku ti ziyanên canî heta niha nehatine ragihandin û xelkê sivîl jiyana xwe ya rojane berdewam dikin.

Ev êrîş di demekê de ne ku Hikûmeta nû ya Îsraîlê piştî şerê 11 rojan ê dinavbera Israîlê û Hemasê de li Xezzayê, hewl dide aştiyê li ser sînorê xwe yê li gel Xezzayê pêk bîne.

Hizbullah ragihand ku wan navçeyên vekirî li kêlgehên Şebaa bi mûşekan kirin armanc.

Hizbullah di berdewamiya ragihandina xwe de got ku wek bersiv li ser êrîrşên esmanî yên Îsraîlê li ser axa Lubnanê ku berî rokjekê hatibûn kirin, wan 10 mûşek avêtin.

Li gorî Îsraîlê, êrîşên wan ên esmanî bersiv bû ji êrîşa mûşekî ya ku ji Başûrê Lubnanê arasteyî Îsraîlê hatibû kirin. 

Kêlgehên Şebaa navçeyeke dinavbera Sînorên Sûriyê, Lubnan û Israîlê de ye, Israîl dibêje ew beşekin ji Bilindahiyên Colanê ku di 1967an de ketibûn bin destê Israîlê.