Miya Xelîfe rexneyên tund li Hizbullahê digire

Hewlêr (Rûdaw) - Miya Xelîfe, stêrka televîzyonê û pornostara berê rexneyên tund li Hizbullah û serkirdeyên Lubnanê digire wek "tirsnak û nezan" binav dike.

Miya Xelîfe ku eslê xwe Lubnanî ye, di çend postan de ku li hejmara xwe ya Twitterê belav kir, behsa teqînên Beyrutê kir û got, “Hemû cîhanê di 24 demjimêran de bi qasî hemû serkirdeyên nezan û tirsnak ên Lubnanê alîkariya darayî kom kiriye.”

Di posteke din de Xelîfe dibêje, “Roja hemû aliyan baş jibilî serkirdeyên nezan ên Beyrutê ku heta niha dest ji kar bernedane.”

Di van çend rojan de Xelîfe hejmreke zêde ya twîtên kesên din belav kiriye ku rexne li serkirdeyên Lubnanê digirin û herwiha di hinekan de jî çîrokên qurbaniyên wan teqînan belav dike.

Yek di postên xwe de li ser Instagramê, vîdyoya teqînên Beyrutê belav kirine û dibêje, “Hizbullah niha derewan li me dike û dibêje teqîn ji ber fîşekên hewayî bû.”

Miya Xelîfe di dirêjiya gotinên xwe de ji Hizbullahê re dibêje, “Çavê we ti caran bi Xwedê nakeve, ji ber ku çavê Xwedê we wek xwe dibîne û ti caran ew seksa ku jinek dike ziyana zêdetir nagihîne xelkê weke tawanên we yên li dijî Lubnanê.”

Roja Sêşemê 4ê Tebaxa 2020an piştî nîvro du teqînên mezin li pey hev Beyrut a paytexta Lubnanê hejandin.

Serokomarê Lubnanê Mîşêl Ewn ragihandibû, ku teqîn di encama teqîna 2750 ton madeya Ammoniyum Nitrate de çê bûne, ku li depoyekê li bendera Beyrutê hatibûye embarkirin.

Li gor amarên Wezîrê Tendirustiya Lubnanê jî hejmara kesên di encama wan teqînan de canê xwe ji dest dane 135 kes derbas kiriye, zêdetirî 5 hezar kes birîndar in û bi dehan kes jî din bin kavilan de wina de.