Rêveberiya Xweser dixwaze penaberên Sûrî yên li Libnanê werbigre

07-05-2023
Hisên Omer
Libnan dixwaze penaberên Sûrî vegerîne welatê wan
Libnan dixwaze penaberên Sûrî vegerîne welatê wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze penaberên Sûrî yên li Libnanê werbigre.

Daxwaza Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo veguhastina penaberên Sûriyeyî ji Libnanê bo navçeyên rêveberiyê mijara xelaka îro ya bernameya Çavê Sêyem a Rûdawê bû ku Hisên Omer pêşkêş dike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze ev penaberên Sûriyeyî ji Libnanê bo navçeyên wê li bakur û rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bên veguhastin û niçtecîkirin. Ev daxwaz di daxuyaniyeke fermî de ji aliyê Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ve hatibû kirin.

Derbarê vê destpêşxeriya Rêveberiyê de, Mesûd Gaso, Mafnas û endamê Nûneratiya MSD li Brîtanyayê ji bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re got Rêveberî Sûrî ye û tiştekî asayî ye ku pêşwaziya Sûriyan bike.

Endamê Nûneratiya MSDê li Brîtanyayê Mesûd Gaso got: “Encûmana Sûriya Demokratîk (MSD) encûmeneke Sûrî ye, û li tevahiya Sûriyê kar dike. Welatiyek Sûriyê li ku derê be ew welatiyê me ye. Rast e ez weke Kurd tê de me û ji bo mafê Kurdan kar dikim. Bi min banga Rêveberiya Xweser bangeke baş e.”

Endamê Desteya Şêwirê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Cedan Elî ji heman bernameyê re got ev hewla Rêveberiya Xweser ne di xizmeta gelê Kurd û pêkhateyên resen ên herêmê de ye.

Li bakurê rojhilatê Sûriyê 16 kampên fermî yên koçberan hene. Kampa Hol, mezintirîn kamp e ku nêzî 57 hezar kes tê de niştecî ne. Li Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê bi dehan kampên heremekî hene.

Berpirsên Rêveberiya Xwesr, bi berdewamî gilî û gazinan ji civak û rêxistinên navdewletî dikin ku alîkariya pêwîst ji bo nişteciyên kampan pêşkêş nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst