Komkara Erebî mijara vegera Sûriyê gotûbêj dike

07-05-2023
RÛDAW
Komkara Erebî mijara vegera Sûriyê gotûbêj dike
Komkara Erebî mijara vegera Sûriyê gotûbêj dike
Nîşan Komkara Erebî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerên welatên endam di Komkara Erebî li Qahîre ya paytexta Misirê civiyan û behsa amadekariyên xwe ji bo lidarxistina civîna li ser asta wezîrên derve ku dê birêve diçe kirin di civînan de mijara vegera Sûriyê ji bo nav Komkara Erebî tê gotûbêjkirin.

Hin şirovekarên siyasî dibînin, ev gava welatên Erebî ber bi Sûriyê ve, destpêka qonaxeke nû ye ji pêwendiyan.

Komkara Erebî li Qahîre ya paytexta Misirê, amadekariyên xwe ji bo lidarxistina civîna roja Yekşemê 07ê vê meha Gulanê dike.

Li vê civîna ku li ser asta wezîrên derve yên welatên Erebî tê lidarxistin, du tewerên sereke têne gotûbêjkirin: Yekem, rewşa Sûdanê. Duyem, mijara egera vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî. Biryar e şanda Sûrî jî, li vê civînê amade bibe.

Şirovekarekî siyasî behsa rola Amerîkayê di vê çarçoveyê de dike ku, bi gotina wî, armanca wê berdewamiya serdestiyê ye li ser welatên Erebî.

Şirovekarê siyasî Mehmûd anî ziman, “Ji bo hiştina serdestiyê xwe li ser van dewletan, û jinavbirina karînên wan, û sûdwergirtina ji van cengan, bi firotina çekên xweAmerîka dahatên van welatan dibe û bi rêya firotina çekên xwe û sepandina serdestî û kontrola xwe li ser van dewletan.”

Hin şirovekarên siyasî dibînin, ev gava welatên Erebî ber bi Sûriyê ve, destpêka qonaxeke nû ye ji pêwendiyan.

Şirovekarê siyasî Mehmûd got, “Aniha, ev dewlet, piştî ku bacên mezin dan, tê gihiştin ku ev siyaseta şaş in û careke din çav li pêwendiyên xwe da, ligel Amerîka bi taybetî û ligel welatên rojava b giştî. Herwiha nirxandina van pêwendiyan,  û nûavakirina pêwendî û siyasetên derekî li gorî berjewendiya Erebî. Lewma em dibînin ku aniha destpêka dawiya qonaxa serdestiya Amerrîkî ye.”

Di vena çend mehên dawî de, tevgereke Erebî ya deplomasî heye ji bo vegeran Sûriyê bo nav Komkara Erebî ya ji 22 dewletan pêk tê, ku ji berî 12 salan ve, hevdem ligel destpêkirina krîza Sûriyê, sala 2011yan, beşdarbûna Şamê di civînên wê komkarê de, hatine ragirtin.

Ev civîn bi du heftiyan berî Lûtkeya Erebî ya pêşbînîkirî ye, ku biryar e 19yê vê meha Gulanê li Riyaza paytexta Erebistana Siûdî bê lidarxsitn û tê de heman mijar bêne gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst