Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Em dê biryara Dadgeha Federalî ya li ser Kurdistanê cîbicî bikin

07-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcabbar ragihand ku, ew dê biryara Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanêde weke xwe, cîbicî bikin

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcabbar, ku îro bi rayedarên Wezareta Petrolê re hevdîtin pêk anî, derbarê dosyaya petrolê ya Iraqê de daxuyanî da.

Îhsan Ebdulcabbar anî ziman ku divê hemû dahata petrolê ji xezîneyê re bê şandin û ji bo welat were bikaranîn û got, "Li welatekî du polîtîkayên petrolê nayên meşandin û ev mijar nikare were polîtîkkirin. Dibe bandora siyaseta petrolê û dosyeya enerjiyê li ser Wezareta Derve û pêwendiyên wê ligel welatan hebe, lê navbe li navxwe bê siyasetkirin.”

Ebdulcebbar amaje bi biryara Dadgeha Federalî ya Bilind a Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gaza  Herêma Kurdistanê de jî kir û got, "Em ê biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê bi vî awayî heye cîbicî bikin.”

Ebdulcebbar got: “Em dizanin encamên cîbicîkirina biryara Dadgeha Federal yên navxweyî û derekî hene. Me nedixwest ligel Herêma Kurdistanê bigihêjin vê rewşa niha. Hebûna du siyasetên petrolê li Iraqê nerênî ye û şaş e. Ew kompanyaya ku me ji bo Herêma Kurdistanê pêşniyar kiribû gelek desthilata wê heye. Nabe em di vê bêbaweriyê de bimînin û biryara Dadgehê cîbicî nekin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê di heman demê de got: “Dosyeya petrolê karekî bazirganî, zanistî û teknîkî ye ji bo qezenca welat. Me nedixwest ligel Herêma Kurdistanê bigihêjin tiştê niha, ku me neçar dike biryara Dadgeha Federal cîbicî bikin.  Diyar e bêbawerî di vê mijarê de heye, nabe em di wê bêbaweriyê de bimînin û biryara Dadgeha Federal cîbicî nekin.”

Dadgeha Federal a Bilind di 15ê Sibata 2022an de bi hinceta ku qanûna petrol û gazê ya Herêma Kurdistana nedestûrî ye, biryar da ku dahata petrolê radestî Bexdayê bike. Ev biryar bibû sedema nerazîbûnên tund ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê roja 11ê Nîsanê li Bexdayê bi mebesta çareserkirina pirsgirêkan biryara Dadgeha Federalî ya Bilind a Iraqê bûye sedem,  bi berpirsên Wezareta Petrola Iraqê re civiya.

Wezareta Petrolê ya Iraqê pêşnûmeya pêşniyarên çareseriyê pêşkêşî şanda Herêma Kurdistanê kir.

Di pêşnûmeyê de ev pêşniyar hebûn: çPêdaçûna rêkevtinên navdewletî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser petrolê û nûkirina wan bi awayekî yasayî ji bo berjewendiya aliyan, avakirina kompanyaya petrola Kurdistanê û pêşxistina pîşesaziya neftê li herêmê, bi mercê ku xwediyê wê dewleta Iraqê û hikûmeta federal be.”

Wezîrê Petrolê yê Iraqê pêştir di daxuyaniyekê de ragihandibû ku  ji sedî 80ê girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê bi şîrketên navneteweyî re îmze kirine rewa ne û gotibû: “Rojane 430 hezar bermîl petrol tê hinardekirin û ji petrola me ya Bakur jî 100 hezar bermîl petrol tê hinardekirin. Em dizanin ev petrol bi kîjan girêbstan û çawa tê hinardekirin. Ev ne sûc e.”

Serokê Şanda Herêma Kurdistanê Xalid Şivanî jî gotibû: “Di hevdîtinê de biryar hat dayîn ku hin mekanîzma bên diyarkirin. Ev jî dikare bibe nexşerêyek ji bo çareseriyeke bingeh ji bo hemû pirsgirêkên ku di paşerojê de der barê petrolê de derkevin holê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst