Hêzên esmanî yên Israîlê Balafirxaneya Helebê mûşekbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serê sibeha îro, hêzên esmanî yên Îsraîlê Balafirxaneya Helebê li Sûriyê mûşekbaran kirin.

Çavkaniyeke serbazî ji Ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê re ragihand ku demjimêr 02.07 berbanga roja Sêşemê, Îsraîlê Balafirxaneya Helebê mûşekbaran kiriye.

Li gor heman çavkaniyê, êrîşa esmanî ya hêzên Îsraîlê ji aliyê Deryaya Spî li rojavayê Laziqiyê vê hatiye kirin.

Heman çavkaniyê ji SANAyê re gotiye ku di encama êrîşê de ziyanên madî gihiştine Balafirxaneya Helebê û ew ji kar ketiye.