Erebistana Siûdiyê dîsa Kabe ji bo serdanê vekir

07-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabeya ku ji hêla birêvebiriya Erebistana Siûdî ve ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê ya nû (Covid-19) hatibû girtin dîsa ji bo ziyaretê hat vekirin.

Serokê Giştî yê Karên Haremeynê Ebdurehman es Sudeys a ragihadn ku bi biryarnameya Qraliyetê ji sibehê ve destûr hat dayîn ku ji bilî  kesên bo umreyê cube jî, Kabe bê ziyaretkirin.

Rêveberiya Erebistana Siûdiyê ji ber ku bûyerên vîrûsa koronaya nû zêde bûbûn roja çarşemê ji bo demekî berwext ziyaretên umreyê yên welayên xwe û kesên ku li wî welatî dimînin rawestandibû.

Roja pêncşemê jî biryar hatibû dayîn ku cihên tewaf û sayê yên li Kabeyê bên girtin û li Mescîda Heram tenê nimêj bê kirin.

Rayedarên Erebistana Siûdiyê herî dawîn ragihandibû ku li wî welatê 9 kes bi vîrûsa koronaya nû ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst