Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ji bo Rojavayê Kurdistanê bang kir

23 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Rojavayê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê bangî civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê rawestîne.

Birêvebirê Giştî yê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê Eden Bar Tal li Tel Avîvê ji rojnamegerên biyanî re axivî ji bo Rojavayê Kurdistanê bangî civaka navneteweyî kir.

Eden Bar Tal tekezî li ser wê yekê kir ku “divê Tirkiye êrişên xwe yên li Kurdên li bakurê Sûriyeyê rawestîne” û got:

“Divê civaka navneteweyî bangî Tirkiyeyê bike ku êrişan û kuştinê rawestîne.

Divê Kurd ji aliyê civaka navneteweyî ve werin parastin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî gotibû:

“Divê êrişên li Kurdan ên wekî li Minbicê werin rawestandin!

Divê civaka navneteweyî ew ên ku bi mêrxasî li dijî DAIŞê şer kiriye biparêze.”

Saar diyar kiribû ku ew “bi Kurd û Durziyan re di pêwendiyê de ne.”

“Astengiya li pêşiya berdana dîlan Hemas e”

Birêvebirê Giştî yê Wezareta Karên Derve Eden Bar Tal da zanîn ku Îsraîl ji bo gihiştina lihevkirineke berdana dîlên xwe yên li Xezeyê biryardar e lê “Hemas” astengiyan derdixe.

Eden Bar Tal got, “Tekane astengiya li pêşiya berdana dîlan Hemas e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst