Li Îraqê leşkerekî Koalîsyonê mir û 2 leşker jî birîndar bûn

Duh li 12:18
RÛDAW
Nîşan CENTCOM Sûriye Îraq Koalîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - CENTCOMê ragihand ku li Îraqê di operasyonên li dijî DAIŞê de leşkerekî Koalîsyonê miriye û 2 leşker jî birîndar bûne.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di navbera 30ê Kanûna Pêşîn a 2024 û 6ê Kanûna Paşîn a 2025an de li Îraq û Sûriyeyê ji aliyê hêzên Koalîsyonê ve operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê di operasyonên li dijî DAIŞê de li Îraqê leşkerekî Koalîsyonê miriye û 2 leşker jî birîndar bûne.

“Ti zererên canî û madî negihiştin hêzên Amerîkayê”

CENTCOM derbarê operasyonan got:

“Li Îraqê çend caran DAIŞê bersiva hêzên me da û di encamê de leşkerekî Koalîsyonê hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Leşker xelkê welatên cuda bûn. Ti zererên canî û madî negihiştin hêzên Amerîkayê."

Her wiha hat ragihandin ku di operasyonan de balafirên şer ên F-15 û F-16 hatine bikaranîn.

CENTCOMê derbarê operasyonên li Sûriyeyê wiha got:

“Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya CENTCOMê 2 û 3yê Kanûna Paşîn li nêzîkî Dêrezorê li dijî DAIŞê operasyon pêk anî û serkirdeyekî DAIŞê hat girtin."

“Jiholêrakirina DAIŞê armanceke global e”

Fermandarê CENTCOMê General Michael Eric Kurilla jî ev daxuyanî da:

"Operasyonên hevbeş ên bi vî rengî ji bo lawazkirina DAIŞê gelekî girîng in.

Her wiha, ev operasyon dibe derfet ku koalîsyona me û hevalbendên me ji bo bidestxistina destkeftiyan li dijî DAIŞê bisekinin ku guherînên bilez li herêmê çêdibin.

Jiholêrakirina DAIŞê armanceke global e û em bi hevalbendên xwe re dixebitin da ku ji heqê wê derkevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst