Amerîka naxwaze şerê Xezeyê berfirehtir bibe

07-01-2024
RÛDAW
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken
Nîşan Antony Blinken Îsraîl Hemas Urdun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li Emanê bi hevtayê xwe yê Urdunê re civiya.

Serdana Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken a welatên Erebî bi mebesta xurtkirina hewldanên dîplomatîk ên Washingtonê yên ji bo vekirina girêka kor a şerê Xezeyê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got:

“Piraniya danûstandinên me yên di çend rojên pêş de bi hevpeymanên me re dê li ser gavên ku ew dikarin bi pêwendî û hegemonyaya xwe bavêjin da ku piştrast bikin ku ev nakokî berfirehtir nebe.”

Piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê ev çaremîn serdana Blinken a Rojhilata Navîn e.

Armancên serdana wî ya vê carê rawestandina şer, ji bo parastina sivîlên Xezeyê zexta li ser Îsraîlê, gihandina alîkariya mirovî û parastina rewşa hesas a herêmê.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borel anî ziman:

“Ti kes di nakokiyen herêmî de bi ser nakeve. Ez li vir im da ku rewşê binirxînim û beşdariyê bikim ka meriv dikare çawa ji vê krîzê derkeve.”

Ji destpêka şerê Xezeyê ve zêdetirî 22 hezar û 600 Filistînî hatin kuştin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li Xezeyê di nava her saetekê de 15 kes tên kuştin ku 6 ji wan zarok in û nêzîkî 2 milyon Xezeyî jî koçber bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst