Îranê li Besrayê dest danî ser 2 tankeran

06-12-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Besra Tanker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê li Tengava Besrayê dest danî ser 2 tankerên ku hat îdiakirin bi 4 milyon û 580 hezar lître sotemeniya qaçax barkirî ne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Fermandariya Hêzên Deryayî ya Artêşa Îranê li ser mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Li başûrê Girava Ebû Mûsayê ya li Tengava Besrayê  dest bi ser 2 tankeran de hatiye girtin.”

Li gorî daxuyaniyê li tankerekê 2 milyon û 280 hezar lître sotemeniya qaçax barkiriye û muretebatê wê 13 kesên biyanî ne.

Li tankera din jî 2 milyon û 300 hezar lître sotemeniya qaçax barkiriye û muretebatê wê jî 21 kes in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst