NY: Li Xezeyê di her 10 deqîqeyan de zarokek tê kuştin

06-11-2023
RÛDAW
Nîşan UNRWA Xeze Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Xezeya ku di bin dorpêça Îsraîlê de ye, ji 7ê Çiriya Pêşîn ve navikî her di 10 deqîqeyan de zarokek tê kuştin û 2 zarok jî birîndar dibin.

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî ya Rojhilata Nêzîk (UNRWA), li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de behsa rewşa Xezeyê hat kirin.

UNRWA di daxuyaniya xwe de got: "Di şer de navikî her di 10 deqîqeyan de zarokek hatiye kuştin, 2 zarok jî birîndar bûne.”

UNRWA herwiha diyar kir ku di demên pevçûnan de parastina sivîlan ne daxwaz e lê ew berpirsiyarî û pabendbûna mirovahiyê ya hevpar e.

Di beşeke din a daxuyaniyê de jî hat gotin: “Sivîl li ku dibin bila bibin divê bên parastin.”

Roja 7ê Çiriya Pêşînê çekdarên Hemasê ji çend aliyan ve êrişî navçeyên başûrê Îsraîlê kir û herî kêm hezar û 400 kes kuştin û zêdeyî 240 kesên din jî dîl girtin.

Artêşa Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşînê ve, wekî bersivekê Xezeyê bombebaran dike û çendîn car jî hêzên operasyonên taybet ji bejahiyê ve çûne nav Xezeyê.

Li gorî berpirsên tenduristiyê yên Filistînê, di wan êrişan zêdetirî 10 hezar Filistînî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst