Dersînorkirina penaberên Sûrî ji Tirkiyê û Lubnanê

06-11-2022
RÛDAW
Dersînorkirina penaberên Sûrî ji Tirkiyê û Lubnanê
Dersînorkirina penaberên Sûrî ji Tirkiyê û Lubnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîportekirina penaberên Sûrî ji Tirkiye û Lubnanê wiha kiriye ku koçberiya bi qaçax ber Ewropa ve zêde bibe.

Proseya vegerandinê li Lubnanê jî wê berdewam be, ew jî bi hemahengiya di navbera herdû dezgehên istixbarata Sûriyê û Libnanê de çêdibe, vê yekê jî tirsek li cem penaberan zêde kiriye.

Li gorî nûtirîn amarên Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî: 3,622,486  penaberên Sûrî li Tirkiyê hene. 525.081 penaberên Sûrî li Lubnanê hene. 676,621 penaberên Sûrî li Urdinê hene. 262,412 penaberên Sûrî li Iraq û Herêma Kurdistanê hene

Tirkiyê ragihand ku heta dawiya vê sala 2022yan, wê 100,000 şuqeyan ji bo penaberên Sûrî li nav xaka Sûriyê av bikin û wê dest bi proseyeke berfireh a vegerandina bi sed hazaran penaberên Sûrî bike.

Kommisyona Bilind a Karûbarên Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihandiye kku ji destpêka sala 2022yan heta Hezîrana heman salê, 15,149 penaberên Sûrî ji Tirkiyê vegeriyane Sûriyê.

Di navbera Sibat û Tebaxa 2022yan de, bi rêya deriyê sînorî yê Bab El-hewa 11,645 kes hatine vegerandin.  Bi rêya Deriyê Bab Elselame 8,404 penaber ji bo Sûriyî hatine vegerandin.

Li Lubnanê jî, proseya vegerandina penaberên Sûrî destpê kiriye û berdewam e.

Cara dawîn 750 penaberên Sûrî roja Çarşemê 26ê Cotmeha 2022yan, ji navçeya Ersal a Lubnanê, vegeriyan Sûriyê. Heta niha bêhtirî 400 hezar penaberên Sûrî hatine vegerandin.

Neteweyên Yekbûyî dibêjedibêje di 12 salên şerê Sûriyê de ji 23 milyon nifûsa Sûriyê (berî wê krîzê), niha bêhtirî 13 milyon kesî li wî welatî pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst