Tirkiyê îdia kir; Berpirsekî mezin ê YPGê di êrîşekê de canê xwe ji dest da

06-11-2022
RÛDAW
Nîşan YPG Eyn Îsa Rojava Tirkiye MÎT
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, berpirsekî pilebilind ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê di operasyoneke saziya istxibarata wî welatî (MÎT) de canê xwe ji dest daye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê îro ragihandiye, navê wî berpirsê YPG yê ku di operasyona MÎTê de li Eyn Îsayê canê xwe ji dest daye, “Qeys Berho Sulayva” û nasnavê wî “Azad” e.

Hatiye ragihandin ku Qeys Berho Sulayva “berpirsê leşkerî yê YPGê li navçeya Eyn Îsa” û bi esil “xelkê Iraqê” bûye.

Lê belê medyaya fermî ya Tirkiyê amaje bi roja lidarxistina operasyonê nekiriye.

YPG û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku sîwana hêzên çekdar ên li navçeyên Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ye, derbarê mijarê de hêj ti daxuyanî nedane.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Qeys Berho Sulayva sala 2013an tevlî refên PKKê bûye û destpêkê li navçeya Şingalê ya Başûrê Kurdistanê û paşê jî li navçeya Til Temir a Rojavayê Kurdistanê erk wergirtiye.

Li gor heman çavkaniyê, ew berpirsê YPGê bo demekê li bajarê Hesekê berpirsê çekên giran bûye û paşê di sala 2017an de careke din li herêmên Serê Kaniyê û Til Temirê hatiye erkdarkirin.

Li aliyekî din Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro Yekşembê 6ê Mijdara 2022an ragihand, di encama topbaranên artêşa wî welatî de li ser navçeyên operasyona Kaniya Aştiyê ku navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê li xwe digirin, du endamên YPGê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê doh jî ragihand, li ser sînorê herêma Operasyona Mertala Firatê ku navçeyên Cerablus, Ezaz, Marih û El-Babê li xwe digire, 4 endamên YPGê ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin.

Tirkiye, YPGê weke baskê PKKê yê li Sûriyê dibîne û wê rêxistinê jî weke PKKê wek rêxistineke terorîstî bi nav dike, lewra jî berdewam êrîşan li dijî endam û berpirsên wê saz dike û pêgehên wan ên li navçeyên cuda cuda yên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dike armanca êrîşên xwe.

Di wan demên dawî de êrîşên Tirkiyê yên li dijî YPG û HSDê zêdetir bûne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst