Abdullah Gul pîrozbahî li Berhem Salih kir

06-11-2018
RÛDAW
Nîşan Abdullah Gul Berhem Salih Pîrozbahî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokomarê 11emîn ê Tirkiyê Abdullah Gul bi peyamekê pîrozbahî li Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih kir.

 

Li gor daxuyaniya malpera Serokatiya Iraqê Serokomarê pêştir ê Tirkiyê Abdullah Gul îro roja çarşemê (06-11-2018) bi peyamekê pîrozbahiyê ji Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re şandiye û di erka wî ya nû de daxwaza serkeftinê jê re xwestiye.

 

Abdullah Gul di peyama xwe de got: “Ez di wê baweriyê de me, ku şarezayî û dîtina we dê bibe rênûmayek di proseya jinûve avedakirina Iraqê û berqerarkirina aşitî, tenahî û bextewarî de pêşkeftina dubare li Iraqê.”

 

Guyl di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Ez vê helkeftê wek derfet dibînim, ji we re tenduristî, kêfxweşî û serkeftinê hêvî dikim û ji bo gelê Iraqê yê dost û bira bextewarî û pêşketinê ji dil dixwazim.”

 

Roja sêşemiyê ya 2yê Cotmeha 2018a bi şev di civîna parlamentoya Iraqê de bi amadebûna 302 parlamenteran, berbijêrê YNKê Dr. Berhem Salih weke sêyemîn serokomarê Iraqê yê piştî rûxana rejîma Beisê hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst