Tirkiye: Cezayên li ser Îranê ne çareserî ye û metirsîdar e

06-11-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îran Amerîka Ceza Çareserî Metirsîdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku cezakirina Îranê ne çareserî ye, gotûbêj û nêzîkbûna li gel hev, ji cezakirina Îranê sûdmendtir e, ji ber piştguhkirina Îranê metirsîdar e.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja sêşemê (05-11-2018) li bajarê Tokyo yê paytexta Japonê di civîneke çapemeniyê de got: "Bi baweriya min li şûna cezayan, hebûna gotûbêjeke bi wate û nêzîkbûna li gel hev gelekî sûdmendtir e. Ev yek helwesta me ya bingehîn e."

 

Mevlut Çavuşoglu da zanîn ku ew cîranê herî nêzîk ê Îranê ne û nêzîkî yek li ser sêyê petrol û gaze jê dikirin, lewra bo welatekî weke Tirkiyê, heta Japon jî ne hêsan e çavkaniyên enerjiya xwe pircur bikin.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê da zanîn, ku di demekê de ku em daxwazê ji Amerîkayê dikin nekevin ber cezayan, hevdem pir bi eşkere me ji wan re gotiye piştguhkirina Îranê, ne karekî jîrane ye û got: “Îhmalkirina Îranê metirsîdar e û cezakirina xelkê Îranê jî ne dadperwer e. Loma wek hevpeymanekî Amerîkayê, divê gelekî zelal bin. Hêvîdar im rêya hewldanên welatên 4+1, bikaribin çareseriyeke maqûl bibînin ji dêlva cezayan.”

 

Roja duşemê (05-11-2018) Wezareta Derve ya Amerîkayê û Wezareta Darayî ya Amerîkayê destpêkirina qonaxa duyem a cezayên welatê xwe li ser Îranê ragihand, ku welatên zêdetir sektora petrol û bakayên Îranê li xwe digirin.

 

Amerîka ji welatan daxwaz dike ku petrol Îranê nekirin lê welatên wek Çîn, Tirkiye, Iraq, Hîndistan, Îtalya, Yûnanistan, Japon, Koreya Başûr û Tayvan ji cezayên Amerîka yên li ser Îranê hatine efûkirin, ku piraniya wan kiryarên sereke yên petrola Îranê ne.

 

Cezayên nû yên Amerîkayê sektora petrolê û bankayên Îranê li xwe digire lê 9 welatên hatine efûkirin, dikarin petrola Îranê bi şêweyekî demkî bikirin, ku tenê heta 6 mehan berdewam dike û yek ji mercên wan ew e ku bi dolar nekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst