Hişkesalî bandoreke nerênî li ajeldarên Êlihê dike

06-10-2021
RÛDAW
Nîşan Heşkesalî Ajel Êlih Bakurê Kurdistanê Agirê Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hişkesaliya îsal li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê her ku diçe bandoreke nerênî li xweza ajel û mirovan dike. Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê jî îsal di mehên havînê û biharê de  barana pêwîst nebarî û mêrg, deşt û çêregehên navçeyê ziwa bûn. Vê yekê jî herî zêde bandor li kerta ajeldarî û cotkariya navçeyê kir.

Mehmet Gun, Rêveberê Daristan û Çandiniyê ya Êlihê, dibêje, “Ligel çandiniyê, hişkesaliyê li çêrgehan bandor li ser êmê ajelan jî kiriye. Bi taybetî  çêrgehên me ku ne di asteke baş de bûn bi sedema vê hişkesaliyê zererek zêdetir dîtin.”

Rêjeya kêm a baranê bandoreke zêde li çavkaniyên avê jî kiriye.  Bi awayekî, niha ew ava ku berê digihişt  nav ajelên navçeyê ber bi nemanê ve ye.  Nebûna ava pêwîst jî li navçeyê bûye sedema jinavçûna ajelan.

Îlhan Yalçın Ajeldar, Ajeldar, dibêje, “27 ajelên min hebûn, 2 ji wan jinavçûn.  Niha 5 ji wan li malê ne û  ji ber bêaviyê kor û kulek bûne.”

Xelkê navçeyê dibêjin wan heta niha hişkesaliyeke bi vî awayî nedîtine û hêviya xwe digihînin baranên  zivistanê.

Îsmetullah Aksoy, Welatî, dibêje, “Ez 57 salî me, min heta niha hişkesaliyeke bi vî rengî li vê devera me nedîtiye û nebihîstiye. Me îsal havîn û bihareke gelek zehmet derbas kir. Em dia dikin ku înşalllah vê zivistanê baraneke zêde bibare. Berê çavkaniyên me yên avê  bi xum xum diherikin, lê mixabin îsal ji ber hişkesaliyê kaniyên me hatine asta ziwabûnê”

Li gor amarên Rêveberiya Daristan û Çandiniyê ya Êlihê li seranserî wê parêzgehê ajelên biçûk û mezin jî di nav de 924 hezar serî ajel hene ku ji sedî 70ê wan ji ber hişkbûna çêrgehan û nebûna ava pêwîst ji aliyê xwediyên wan ve bo parêzgehên derdorê hatine birin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst